Diyarname
Girê Miştenûrê yê Kobanî sembola kurdan e. Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ev gir sembola berxwedana kurdan bû. Ev girê tu tazî bû, niha dar lê têne çandin û ew der dê bibe daristan. Proje didome.
Desteya Jîngehê ya Kobanî di çarçoveya xebatê de li ser gir heta niha 9 hezar heb darên cur bi cur çandin. Ev xebat nêzî du salan e didome. Niha hin kîvroşk berdane wê derê û dê hin ajalên din ên kovî jî berdin wir.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanî Arif Balî got, "Ev proje ne tenê ji bo çandina daran û pêkanîna hevsengiya jîngehê pêk tê, tê de dê ajalên kovî hebin û ew jî lê têne zêdekirin."
Balî got ku ji bo ev der bibe cihê jîngehê û geştiyariyê dê rê jî lê bêne vekirin û Newroz li wir wê bê pîrozkirin.
Li gor gotina Balî hedef ew e ku di sala 2027'an de proje temam bibe.
Li aliyê din Balî dibêje, "Projeya çandina daran û çêkirina daristanan li hejmarek herêm û gundewarên girêdayî Kobanî jî pêk tê. Wekî li Minaz, Xorxorê, Çelebiyê, Şêx Coban, Kabilk û Tehtikê."



