HESEKÊ
Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê 6'ê mehê li Parka Xwendinê ya Hesekê bi amadebûna gelek kesî şevbuhêrka helbestan li dar xist.
Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevserokê Nivîsgeha Yekîtiya Rewşenbîran a Hesekê Mihemed Beşîr bixêrhatina amadebûyan kir û amaje bi rola helbestê di nêzîkbûna navbera zimanan, xitaba nirxên mirovî û yekkirina hestan de kir.
Di şevbuhêrkê de helbestvan Mihemed Rojîn, Feyrûz Reşik, Henaa Dawûd, Xelef El Selame, Cindiyê Metînî û Bawer Can helbestên xwe xwendin.
ANHA



