logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê
  3. Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê
  4. Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin
  5. Li nav kurdan rewşa tîmên fûtbola jinan
news-details

Li 5 bajarên Rojava kurd ji bo ziman li kuçeyan bûn

  • Dîrok: 01/09/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Duh li herêma Cizîrê li Li bajarên Qamişlo, Dêrik û Çilaxa, li Hesekê, li Amûdê gel ji bo zimanê kurdî, ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdehî ya Sûriyeyê ya li ser zimanê kurdî li kuçeyan bûn.
Va ne ew agahî:

- Dê û bav û xwendekaran daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê kKurdî kirin
Dê û bav û xwendekarên kKurd li bajarê Qamişlo, roja 31’ê mehê bi daxuyaniyek dijî biryara Wezareta Perwerdeyê derketin.
Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Herêma Qamişlo ji hêla Henan Bekir ve, bi amadebûna xwendekaran û dê û bavên wan, hate xwendin. Piştî xwendinê, daxwazên xwendekar û dê û bavan ji gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessam re hate pêşkêşkirin.

- Ji bo mafê zimanê kKurdî xwepêşandan hatin lidarxistin
Li Hesekê û Qamişloyê mamosteyên zimanê kurdî, xwendekar û malbatên wan li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya (2068/964) ya danîna 3 dersan di hefteyê de ji bo dersa zimanê kurdî çalakî li dar xistin.
Di çalakiya li Hesekê ku li çerxerêya Kevokê hat lidarxistin de,  pankartên bi nivîsên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê Kurdî maf, hebûn û pêşeroj e" û "Mafê min e bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibim" hatin vekirin. Bê navber jî dirûşma "Ziman hebûn e" berz kirin û sirûda "Ey Reqîb" gotin.
Di çalakiya li Qamişloyê de mamoste Mizgîn Hesen axivî û anî ziman ku şênî li dijî biryarê ne û got: "Gelo bi kijanî mafî zimanê erebî li ser nifşekî ku bi salan e kurdî xwendiye ferz dikin û zimanê kurdî dikin zimanê bijarde?"
Mizgîn bi bîr xist ku zimanê kurdî di salên dawîn de bûye zimanê pewerdeyê û li dibistan û zanîngehan waneyên wêjeyî û zanistî bi zimanê kurdî tên dayîn. Mizgînê bang kir ku zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were mîsogerkirin.
Di herdu xwepêşandanan de hate gotin, zimanê kurdî ne hema waneyeke di dibistanê de ye, lê belê maf, hebûn, nasname û siberoj e. Her wiha bang li wezaretê hat kirin ku biryarê li ber çavan bigire, mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê dayikê mîsoger bike û minhacên Kurdî yên heyî wekî xwe bimîne ta destûrek nû were nivîsandin.

- Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê kurdî
Li bajarên Qamişlo, Dêrik û Çilaxa yên herêma Cizîrê jî çalakî hebûn:
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişloyê xwendekarên Zanîngeha Rojava li pêşiya avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê çalakiyeke protestokirinê bi amadebûna bi dehan xwendekar û mamosteyan orgenîze kir. Di çalakiyê de Mamosteyê Zanîngeha Rojava Delîl Doxan daxuyanî xwend.
Delîl Doxan da zanîn ku ew vê biryarê qebûl nakin, ev biryar mafê wan ê çandî û zimanî winda dike. Ev biryar wan ji xwendina bi zimanê dayîkê ku 12 salan pê fêr bûne qut dike, ev bi kiryarên paşguhkirinê û derketina li hemberî kurdan bi awayeke birêxistinkirî pêk tê, ev yek rê li pêşiya pêşketina zimanê wan digire.
Delîl Doxan diyar kir ku ji sala 2014`an ve kurd li Rojava bi zimanê xwe fêr dibin, ev yek diyar dike ku tecrubeya pirrengiya zimanî dikare li Sûriyeyê û Rojava pêk were. Piştî derketina biryarnameya hejmara 13`an a ji hêla serokê hikumeta veguhêz ve, ku dibêje zimanê kurdî zimaneke neteweyî ye, lê Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê zimanê kurdî weke zimanekî biyanî dibîne.
Delîl Doxan bang kir ku aliyên peywendîdar divê serxwebûyîna zimanî biparêzin û ji biryara xwe vegerin.
DÊRIK
Li Dêrikê xwendekar û şêniyan daxuyaniyek dan, daxuyanî ji hêla jina Ciwan Stêrvan Osman ve bi amadebûna şênî û xwendekaran hat xwendin.
Di daxuyaniyê de biryara wezaretê hat şermezarkirin û biryar hat redkirin. Hat diyarkirin ku li Rojava bi sala ye zimanê kurdî beşeke sereke û girîng a perwerde, pêşketina akademîk a xwendekara ye. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo fêmkirinê esasek e. Tenê dayîna 3 saetan di hefteyê de zirarê li xwendekarên ku bi zimanê xwe yê dayîkê fêrdibin dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew daxwaza pergaleke perwerdeyê ku zimanê kurdî û erebî, di nav de bi awayeke wekhev were dayîn dike. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ne tenê daxwazeke çandî, ew beşek ji mafê me yê perwerdeyê ye.
ÇILAXA
Li bajarê Çilaxa şêniyên bajêr li Dibistana Zagros bi amadebûna şêniyên bajêr û bajarokên girêdayî wê, malbatên şehîdan û nûnerên partiyên Kurdî çalakiyeke protestokirinê li dar xist.
Di çalakiyê de beşdarvanan pankartên bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me hebûna me ye” û “Zimanê Kurdî mafê me yê siyasî û destûrî ye” rakiribûn.
Di çalakiyê de daxuyaniyek ji hêla mamoste Henîfa Silêman ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de biryara dayîna 3 dersan di hefteyekê de hat redkirin, hat diyarkirin ku zimanê kurdî ne tenê wesîleya danûstendinê, ew cewherê nasnameya çandî, civakî û dîrokî ya gelê kurd e, perwerdeya bi zimanê kurdî û axaftina bi zimanê kurdî mafeke rewa ye wekî mafê hemû gelên li Sûriyeyê ye.
Di daxuyaniyê de daxwaza ji hikumeta veguhêz hat kirin ku ji vê biryarê vegere û careke din vê biryarê sererast bike, divê zimanê kurdî li kêlek zimanê erebî bibe zimaneke neteweyî li Sûriyeyê, divê derbasî hemû materyalên dibistanan û qonaxên xwendinê bibe.

AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê ji bo redkirina biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku ji bo zimanê kurdî daye çalakiyek li dar ket. Bi sedan xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran bi pankartên “Perwredeya Zimanê Kurdî mafê me yê rewa ye”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” meşiyan û daxuyaniyek dan.
Meş ji Meydana Şehîd Cîhad dest pê kir û heta Qada Jina Azad berdewan kir. Di meşê de diruşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Kî ne em, Kurd in em” hatin berzkirin. Beriya daxuyanî bên xwendin, kêliyek rêz ji giyanê şehîdan re hat girtin û sirûda “Ey Reqîb” hat xwendin. Piştre daxuyanî bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî hat xwendin.
Li ser navê Însyatîfa Gel mamoste Arşêk Baravî bi zimanê kurdî, li ser navê malbatên xwendekaran endamê Meclisa Gel a Amûdê Ebdulselam Qafûr bi zimanê erebî û li ser navê xwendekaran jî Evîn Şêrwan bi zimanê îngilîzî xwendin.

 

Hin nûçeyên eleqedar:
- Li Amûdê gel, li Hesekê mamoste ji bo ziman daketin kuçeyan

- Partiyên siyayî yên Kobanî: Em biryara sê saetan a ji bo dersa kurdî red dikin

- Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

- PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike

- Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

 

- Ebdî: Zarok wê bi zimanê xwe bixwînin

- Helîm Yûsiv: Gelo Rojava têkdiçe? 

- Helîm Yûsiv: Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

- Cemil Oguz: Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

Parve Bike

Youtube Me

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 15 09 2026

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 14 09 2026

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Fîlm vê carê li Batmanê dibin mêvan

ad

'Dizên Kevokan' û yên din

ad

Nivîskarên swêdî li ser Sefareta Tirkiyê çalakî pêkanîn

ad

Cannesê ji Truman Showê afîş çêkir

ad

Bernameya Zanîngeha Online a Kurdî eşkere bû

ad

Pîrekêke bî teknîk dîrektorê tîmê mêrdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

  • 14 09 2026
news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

  • 14 09 2026
news

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

  • 14 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname