Amed
Hatibû eşkere kirin ku YPJ'ê wê di bin banê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê wekî "Hêza têkoşînê ya dijî terorê" bê qebûlkirin û cih bigire. Berdevka Çapemeniyê ya YPJ'ê Rûken Cemal daxuyaniya nivîskî belav kir û ot ku di vî warî de pêşniyar hene lê hê biryareke teqez nîn e.
Cemal wisa gotiye, "Heta YPJ wekî fermî bê qebûlkirin dê xebata wan bidome. Di meha avrêla îsal de ligel Wezîrê Parastinê Murhaf Abu Qasra hevdîtin çêbû. Me bi awayekî nivîskî fikir û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Heta îro rayedarên Şamê tu pêşniyar an biryar bo me ranegihandine."
Li ser pêşniyarên wekî "Hêza têkoşînê ya dijî terorê" jî Cemal wisa gotiye, "Di vî warî de pêşniyar hene lê biryareke bi vî rengî nîn e. Di rojên pêş de emê ligel rayedarên Şamê hevdîtinan bikin. Heta YPJ bi awayekî fermî bê qebûlkirin dê xebatên me bidomin."


