Diyarname
TUYAP ku her sal li gelek bajaran fûarên pirtûkan li dar dixe, ji bo Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal nivîskar Latife Tekin wekî Mêvana Rûmetê diyar kir.
43'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal di navbera 12-20'ê berfanbarê de lidar dikeve.
TUYAP'ê niha eşkere kir ku mijara bingehîn a îsal "Rastiya Wêjeyê Wêjeya Rastiyê"
Li aliyê di TUYAP ku her sal kesek wekî Mêvanê/a Rûmetê eşkere kir, îsal navê nivîskara tirk Latîfe Tekin wekî Mêvana Rûmetê eşkere kir.
Nivîskar Latife Tekin di sala 1957'an de li Kayseriyê hatiye dinê. Di 9 saliya xwe de ligel malbata xwe bar kiriye Stenbolê. Di sala 1983'yan de pirtûka wê ya yekem "Sevgili Arsiz Olum" derketiye.
Paşê wê romanên wekî "Berci Kristin Çop Masallari" (1984), "Gece Dersleri" (1986), "Buzdan Kiliçlar" (1989), "Aşk İşaretleri" (1995), "Gumuşluk Akademisi" (1997), "Ormanda Olum Yokmuş" (2001), "Muinar" (2006), "Manves City", "Suruklenme" (2018) û "Zamansiz" (2022) derketin.


