Diyarname
Îsal 58'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê di navbera 31'ê tîrmehê û 9'ê gelawêjê de li dar dikeve. Hunermendên wê beşdar bibin jî eşkere bûn. Bi ser 20'î re hunermend û kom wê li festîvalê derkevin ser dikê.
Li gor agahiya hatiye belavkirin îsal wê hunermend û komên wekî Delîl Dîlanar, Mehmet Atli, Rûken, Şahê Bedo, Neslihan Ediş, Serhado, Agirê Jiyan, Peyal, Koma Rengîn, Koma Agirê Zerdeşt, Eylul Nazlier, Siya Şevê, Ayfer Duzdaş, Bajar, Mizgîn Turan, Servet Kocakaya, Koma Govendê ya Jinan a Arjînê, Tara Mamedova, Koma Amed, Serdar Canan, Kamkars, İlkay Akkaya, Cevdet Bagca û Murat Demir.
Festîval 31'ê mehê saet 18.30 de bi meşê wê dest pê bike. Di meşê de wê Koma Erbane hebe. Dûre saet 20'an de wê konsera pêşî li dar bikeve. Di vê konserê de wê Şahê Bedo, Neslihan Ediş û Serhado derkevin ser dikê.
Di çarçoveya festîvalê de ligel konseran wê lîstikên şanoyê hebin, panel li dar bikevin, her wiha wê Rojên Pirtûkan jî li dar bikevin.


