Diyarname
Vê hefteyê 6 fîlmên ketine vîzyonê hene. Ji nav van em "Ceza" û "Odyssey" derdixin pêş.
"ODYSSEY"
Derhênerê navdar Christopher Nolan ku herî dawî bi fîlmê "Oppenheimer" Xelata Fîlmê Serketî yê Oscarê girtibû, niha bi fîlmekî nû li pêşberî temaşevanan e. Fîlmê wî "Odyssey" temaşevanan dibe Şerê Trûvayê.
Fîlmê "Odyssey" piştî Şerê Truva rêwîtiya bi talûke ya Odysseus û jina wî Penelope tîne pêş ekranê
Piştî Şerê Trûvayê Qral Odysseus dixwaze vegere cem malbata xwe. Lê rêya vegerê wisa ne hêsan e û Odysseus bi gelek talûke û macerayan re rû bi rû ye. Senaryoya fîlm bi ser destana Homeros re hatiye sazkirin û kişandiye. Heta niha li ser Şerê Truva û Odessayê gelek kesî fîlm kişandibûn, vê carê Nolan dest avêtiye meseleyê û temaşevan li benda fîlmê wî ne.
Di fîlm de Matt Damon, Tom Holland, Anne Hathaway, Robert Pattinson, Zendaya, Charlize Theron û Ryan Hurst serlîstikvaniyê dikin.
"CEZA"
"Ceza" fîlmê derhêner Saeed Roustayi ye. Di fîlm de Parinaz Izadyar, Payman Maadi, Soha Niasti û Hassan Pourshirazi dilîzin.
Fîlmê ku li Festîvala Cannesê di beşa pêşbaziyê de bû, çîroka Mahnaz a 40 salî pêşkêş dike. Mahnaz ku hemşîre ye û bî ye. Ew dike ku xwedî li kurê xwe Aliyar ê serhildêr, ê ku ji dibistanê hatiye dûrxistin derkeve. Ew ligel hevalê xwe yê nû Hamîd merasima nîşanê çêdike, lê xirecir û pevçûna li nav malbatê derdikeve asta bilind. Piştî vê Mahnaz dê bi îxanet û windabûnê re rû bi rû bimîne û bikeve dû edalete.
Va ne hemû fîlmên hefteyê:
- Odyssey / Derhêner Christopher Nolan
- Noijeu / Derhêner Kim Soo Jin
- Zan va Bache / Derhêner Saeed Roustayi
- Filistin 36 / Derhêner Annemarie Jacir
- Father / Derhêner Tereza Nvotova
- Kybelenin Laneti: İstila / Derhêner Zulfu Hamit Altin



