Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA'yê de fînal diyar bû. Di fînalê de wê merasim û aktîvîteyên mezin li dar bikevin.
Di fînalê de Spanya û Arjantîn roja 19'ê mehê, wê saet 22.00'an de li Stada MetLig ya li New Jersey bên hemberî hev.
Li gor nûçeya The Timesê li 15 deqeyên navbera maça fînalê de wê çalakiyeke taybet li dar bikeve. Tê gotin ku dê nîv saet navber hebe û saziyên weşana maçê dikin ji bo nîv saetê amadehî dikin.
Li gor biryara navbera her du 45 deqîqeyan 15 deqeye lê par di Kûpaya Cîhanê ya Navqilûban ku FIFA'yê lidar xist de ev navber derxistibûn 25 deqîqeyî, loma jî îhtîmala navbera vê maça fînalê jî wisa be.
Nûçe dibêje ger çalakiya hunerî û konsera ku ji bo fînalê hatiye plankirin pêk bê dê navber zêdetir be.


