Diyarname
Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) li ser çendeyek bi kurdî “Çapemeniya Azad Civaka Azad” nivîsandibûn û Meclisa Tirkiyeyê nehişt ev çente bikevi hundirê meclisê. Polîsan çente desteser kir.
Mesele bi vî rengî bû: Rojnameger Rengîn Azîzoglu hefteya borî dixwaze here civîna Koma CHP'ê li Meclisa Tirkiyeyê bişopîne. Pêre jî çenteyê DFG'ê heye ku ji qumaş çêkiriye û li ser jî diruşma DFG'ê ya bi kurdî heye. Niha em li peyama DFG'ê binerin: "Polîsên di Deriyê Dîkmen ê Meclisê de peywîrdar bûn çenteyê bi Rengîn Azîzoglûyê re bû ku nivîsa “Çapemeniya Azad, Civaka Azad” li ser dinivîsî kirin pirsgirêk. Polîsan demekê bi telefonê çend hevdîtin kirin ku wateya nivîsa li ser çenteyê fêr bibin. Piştî hevdîtinan polîsan ji Rengîn Azîzoglûyê re ragihand ku nikare bi wî çenteyî bikeve Meclisê. Li ser vê yekê tiştên şexsî yên Rengîn Azîzoglûyê xistin poşetekê û polîsan çenteyê qûmaş ku li ser “Çapemeniya Azad, Civaka Azad” dinivîsî desteser kirin."


