___Fewzî Bîlge___
Mirov ji bo qedrê (rêza) estetîkê ya di jiyana me kurdan de fahm bike li rexneya ku hatiye, tê kirin wêdetir, li wan kesên ku rexne kirine binêre bes e. Mirov têra xwe tê digihîje ku di rexnekirinê de -ku heman rexne be jî- meqam cihê herî girîng zeft dike. Kê çi, kî rexne kiriye.
Gava rexne ji aliyê muzîkkaran ve hatibe kirin dinya li hev dikeve. Bi mijarê re têkildar an ne têkildar her kes bi awayekî erênî an neyênî helwest nîşan dide. Bi rojan, bi mehan tê nîqaşkirin, peyivandin, parvekirin. Heta li ser tê zêdekirin. Mîna pirsgirêkek, bûyereke civakî pir kujer be rojevê diyar dike. Ji ber ku muzîkkar jixwe ji mêj ve di hişê civakê de meşrû ne, hatine meşrûkirin guhlêdana dengê wan, gaziya wan bûye, veguheziye reflekseke çandî.
Nola gaziya Mem Ararat ku min bi xwe jî piştevaniya wî kir, dikim. Lê ger rexne û belkî girîngtir be jî wênesazek bike ji bilî çend kesên der û dora wan pê tu kes guh nade wan, yekser diavêjin pişt guhên xwe. Hemû gotinên wan, rexneyên wan pere nakin. Bi kurt û kurmancî, li ber ava pîvazan diçe. Nabe sedemên nîqaşên hevbeş û ji loma baldariyek kolektîf pêk nayne. Tuyê bêjî qey wênesaz divê tenê wêneyan biwênin û qet fikir û ramanan nehilberînin, li ser pirsgirêkên çandî hîç nepeyivin û jê aqil newe girtin.
QEDRÊ REXNEYÊN WÊNESAZAN
Gotinên wênesaz belasebeb an jî tim talî, di radeya dawîn de ne. Ew helwest ne takekesî bêhtir arizeyek pişkdar û kolektîf e. Mesele, yanî ya ku tê nîqaşkirin ne qedrê gotin- rexne- yên hunermnedan e, bêtir kîjan disîplîna hunerê xwedî peyv an desthilat e ku fikran hilberîne ji aliyê civakê ve tê diyarkirin.
Der û dora çandê ya civaka kurdan belkî bi hay an bê haya muzîkkaran mîna otorîte, otorîteya diyarkirina fikir, raman û helbet rexnekirinê hildibijêre û berovajiyê wê wênesazan dixe asta destbikêrên (zenatkarên) estetîkê.
Hal bi hal wêne tenê bi dîtinê ve sînordar e, li ser dîtinê fikirandin, hilberandina fikir û ramanan baş tê zanîn û pejirandin. Carinan bergeha wênesazekê/î ji dengê muzîkkarekê/î bêtir li ser dil û hişê mirovan bandorên kûr dike. Mixabin di civaka me de ji ber hînbûniyên mirovan ên li hember muzîk û muzîkkaran, bergeha wênesazan tepeser dike. Belkî ji loma dengên wênesazan nayê bihîstin. Ji ber ku ji bo mirovek bikaribe dengê wênesazan bibihîze divê berê fêrî dîtinê bûbe. Û mirov dikare bêje civakeke ku hîn fêrî dîtinê nebûbe dengê wênesazan nabihîze.
PÎVANA DÎTIN AN NEDÎTINÊ
Dewlemendiya çandî ya neteweyekê tenê bi pirsa ew civak ji çi hez dike û bêhtir ji çi hez nake, yan jî çi ji nedîtîve tê, dikare bibe pîvaneke xurt. Ji ber ku carinan piştguhkirin, ji dijmintiya eşkere bêhtir tehrîbatan dike. Têkiliya der û dora rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ya bi hunerê re demeke dûdirêj e kût dimeje. Ew der û dor gava behs dibe huner bêhtir muzîk dikeve bîra wan ji ber ku di bîra wan de dengbêjî, stran, zêmar, girîn û zargotin hene. Helbet ew giş girîng in û ji nirxên çandî û dîrokî pêk hatine. Ew nayên û divê neyên paşguhkirin, înkarkirin. Ew giş nirxên pir girîng in û ji ber rêzgirtinekê zêde di nava zeman de hatine pîrozkirin û helbet ji ber “pîrozî”ya wan nayên rexnekirin jî.
KORBÛNA ESTETÎKÊ
Ji ber sedemên wiha nerexnekirin jî bûye fêrbûnek. Ji loma li der û dora rewşenbîr û siyasetmedaran gava behsa hunerê tê kirin, yekser muzîk tê bîra wan. Bandora straneke şoreşgerî bi rojan tê nîqaşkirin, dengê dengbêjekî vediguheze gencîneyek giştî ya kolektîf lê gava di heman der doran de gava behsa wêne û wênesaziya kurdan tê kirin, her kes bê deng dibe. Ew bêdengî ji nezaniyê bêhtir korbûna estetîkê ye. Ew korbûn ne tiştekî tesadufî ye. Ji ber ku muzîk hunera qelebalixiyan e; tê pirbarekirin, bi hev re tê gotin û bi hêsanî vediguheze sloganan. Pir bi hêsanî dikare bi bîra polîtîk ve bê movik kirin.
Wêne hunerekî takekesî ye. Li bêdengiyê digere. Mirov mecbûrî lênerînê, rawestandinê, fikirandinê, xwe awiqandinê dike. Kes li çepikan naxe, çepiklêdanan hilnagire. Hevrûbûn, rûbarîhevketin bêtir e. Ji loma aqlê siyasî yê kurdan tim ji wêne dûr diçe, tim mesafeyek fireh dixe navbera xwe û wêne. Ji ber ku wêne sloganan qebûl nake.
BÊDENGIYA BERXWEDÊR A WÊNEYÊ
Mirov dikare bi saya muzîkkarekî bi hezaran mirovan li qada mîtîngekê li hev bicivîne. Helbestek dikare li ser panqartekê binivîsîne û hêza helbestê bi kar bîne. Lê pir zahmet e ku mirov tabloyek pir baş, pir bedew be jî bike amûreke propagandayê. Çima? Ji ber ku wêne di bêdengiya xwe de berxwedêr e. Bînerê xwe mecbûrî fikrandinê dike. Ezberkirinên polîtîk daf dide, mirovan xwe bi xwe re tenê dihêle. Belkî jî ji ber wan hêlên xwe wêne di civaka kurdan de tim hatiye dûrxistin û taloqkirin. Cih lê fireh nekirine. Bêdewletbûnê rê nedaye hevkarî û alîkariya bi nîzam û ji loma civakê piştgirî nedaye nîqaşên di derbarê estetîkê de pêk bên.
CIVAK NAVÊ DU TABLOYÊN WÊNESAZÊ XWE NIZANIN!
Tim wekî zarokên dêmariyê bin li wênesazan nihêrîne. Civaka ku gelek helbestên helbestkarên xwe xwendine, heta ji ber kirine, xwedî li dengbêjên xwe derketine, muzîkkarên xwe danîne ser serê xwe lê heman civak wênesazên xwe nas nakin. Navê du tabloyên wan nizanin. Ger civakek wênesazên xwe nizanibe, wan nasnekiribe tenê ne kêmasiyek çandî ye; ji tirsa bi xwe re tenê mayînê, bêtir jî tirsa li xwe temaşekirinê tê. Civakên wiha; xwe ji temaşekirina xwe mehrûm dike. Ji ber ku wêne awêneya civakekê, neteweyekê ye. Civakek ger li xwe, temaşekirina xwe red bike ew tê wateya ku ew rûyê xwe yê rastîn red dike.
Di roja roj de civaka qaşo xwe bi rêxistin kiriye sereqet behsa girîngiya çandê dike lê wiha xuya dike ku ji bo wan, yanî hemû razemenî û hêza xwe li çanda folklorîk xerc kirine, dikin.
PÊDIVÎ BI ŞÊWEYEKE NÛYA FIKIRANDINÊ HEYE
Hilberîna heman nostaljiyê hêsan e, ya zehmet, ya ku pêdiviya civakên nola yên me pê heye damezrandina zimanê estetîkê ye. Ji ber ku zimanekî nû yê estetîkê, şêweyekî fikrandinên nû hewce dike. Şêweyê fikrandinên nû konforê ji holê radike.
Belkî jî mesele giş ew e. Wêne konfora entellektuelên kurdan xera dike. Ji ber ku wêne bersivan nade; pirsan dike. Lênerîna tabloyekê mirov bi valahiya nava mirovan re rû bi rû dihêle. Entellektuelek nikare xwe li paş hevokên klîşe veşêre. Di demên wiha de hemû sîperên ewlehiyê hildiweşin, li wê derê tenê hûn û lênerîna we dimîne. Maske dikeve. Belkî ji loma ji ber wan sedeman heya ji wan kesan tê ji wêne dûr diçin.
HEZKIRINA JI ÊŞA XWE, FÊRNEBÛNA LÊNÊRÎNA AZAD
Gava bergeh wiha be civakên nola ya me fêrî vegotina êşên xwe dibin. Heta pir jê hez dikin, lê fêr nabin li xwe binêrin. Wekî tê zanîn civaka me fêrî jiyana xwe ya êşan estetîze bike bûye lê hîn fêr nebûye lênêrîna xwe azad bike. Halbûkî azadiya rasteqîn ya çandê, ne ew e ku mirov bikaribe bi zimanê xwe stranan bistirê.
Bikaribe bi çavên xwe dinyayeke nû damezrîne. Civakek, gava hêza dîtinê bi dest bixe, bikaribe bi wêne, bi rastî êdî dikare rastiyê bibîne, dibîne. Mixabin civakeke fêrî dîtinê nebûbe, yanî xwe fêrî dîtinê nekiribe, nikare bi awayekî rêk û pêk azadiyê bi dest bixe, azad bibe.


