Diyarname
Weqfa Pişikê ya Dinyayê û Komeleya Qansêrê ya Amerîkayê li ser kişandina hejmara cixareyan li 71 welatan lêkolîn kir. Ev encam derketin holê:
- Li dinyayê, wekî herêm li Rojhilata Ewropayê herî zêde cixare tê kişandin. Li van deran kesekî salê li dor 2 hezar heb cixareyî dikişîne.
- Herî hindik jî li Jêrsehrayê ya Afrîkayê û Başûrê ASyayê hindik cixare dikişînin.
- Welatê ku herî zêde cixare dikişîne Sirbistan e. Li Sirbistanê bi giştî kesekî salê li dor 2 hezar û 861 cixareyî dikişîne. Di rêza duyem de Bulgaristan (serî kesî 2 hezar û 822), di rêza sêyem de Yewnanistan (2 hezar û 795 cixare) û di rêza çaran de jî Rusya heye ku serî kesî salê 2 hezar û 786 cixare dikişîne.
- Li Tirkiyeyê bi giştî salê kesek 1399 heb cixareyê dikişîne û bi vê reqemê Tirkiye di nav welatên herî zêde cixare dikişînin de di rêza 25'an de ye.
- Herî hindik li Etiyopyayê cixare tê kişandin. Li vê derê serê kesî salê 42 cixare dikişîne. Piştî Etyopya welatê Çad û dûre jî Kamerûn tê di nav rêza yên ku herî hindik cixare dikişînin de.
- Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) salê kesek li dor 1028 cixareyî dikişîne.