Qamişlo
Ji bo li hevkirni û entegrasyonê tiştên heta niha hatine kirin, bi vî rengî ne:
- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê roja 29’ê rêbendana 2026’an de lihevkirinek pêk anî. Li gorî lihevkirina ku 30’ê rêbendanê hat ragihandin, wê agirbest pêk were, hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin, hêzên ewlehiyê têkevin navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê, entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê werek destpêkirin.
Dîsa 3 tugyên leşkerî yên HSD`ê werin avakirin, entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de were pêkanîn, karmendên sivîl werin tayînkirin, mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê kurd werîn pêkanîn, vegera koçberan bo deverên wan were mîsogerkirin.
Armanca peymanê yekkirina axa Sûriyeyê, pêkanîna entegrasyonê li herêmê, xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de û yekkirina hewildanên ji bo ji nû ve avakirina welat e.
- Li gorî lihevkirinê pêkanîna peymanê 2’yê reşemiyê/sibatê dest pê kir. Lê berî 1’ê reşemî şandeyên hikumeta demkî derbasî Hesekê û Kobanî bûn, civîn hatin çêkirin.
- 2’yê mehê li Hesekê bi amadebûna fermandarê Hêzên Asayîşê Mihemed Xelîl Elî (Siyamend Efrîn), fermandarê hêzên ewlekariyê yên bajarê Hesekê Merewan El Elî yê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîn hat çêkirin. Di hevdîtinên ku ji ragihandinê re girtî hatin lidarxistin de, gavên pêşîn ên pêkanîna lihevkirinê hatin nîqaşkirin.
-2’yê mehê şandeya hêzên hikûmeta Şamê derbasî sînorên gundewarên bajarê Kobanî bûn û li xalên ku bi hemahengiya Hêzên Asayîşê re hatibûn diyarkirin, belav bûn.
- 3’ê mehê şandeya hikumeta demkî, bi tevkariya Asayîşê derbasî bajarê Qamişloyê bûn û li ser pêkanîna peymanê danûstendin kirin.
- 5'ê mehê: Di aliyê îdarî de, parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed ê ji aliyê HSD’ê ve hatibû destnîşankirin, 5’ê mehê hat Hesekê û bi girseyî hat pêşwazîkirin.
- Di heman rojê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kobanî ji hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Ferhan Hec Îsa, hejmarek nûnerên rêxistinên û rêveberên bajarê Kobanî û rûspiyên pêk dihat çû Helebê. Şande li avahiya parêzgeriya Helebê bi fermandarê giştî yê hêzên ewlekariyê yê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û cîgirê wî Elî Henûra û hejmarek berpirsên din ên hêzên ewlekariyê yên hikumeta demekî re civiya. Di civînê de pirsgirêkên herêmê û mekanîzmeya kar li gorî bendên lihevkirinê nîqaş kirin.
- 6’ê mehê: Endamên fermandarên komên hikumeta demkî bi serokatiya Hemze El Himêdî li Hesekê bi endamên Fermandariya Giştî ya HSD’ê Çiya Kobanî û hejmarek din ên fermandarên HSD’ê re civiyan. Di civînê de qonaxên entegrasyona leşkerî û rêbazên pêkanîna wê hatin nîqaşkirin. Li gorî çavkaniyan, cihên ku dê wekî baregehên 3 tûgayên leşkerî yên HSD’ê werin tesbîtkirin, hatine gotûbêjkirin.
- 7’yê mehê: Fermandarê hêzên ewlekariyê yê Hesekê yê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin Merwan El Elî, serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir.
Çavdêr dibêjin ku ev gavên tên avêtin, nîşan didin ku xwestek heye da ku ev lihevhatin li ser erdê were çesipandin. Ev pêngav dê bibin amadekarî bo gavên berfirehtir li ser dosyayên entegrasyonê û rêvebirina saziyan.
- 8'ê mehê: Ligel hemû helwdanan jî dorpêça li ser Kobanî û serdestiya dewla Tirk a li herêmên kurdan ku li pêşiya vegera koçberan dibin asteng didome. Li ser van mijaran jî gotûbêj didomin.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


