Diyarname
Kovara çandî û hunerê W bi hejmara xwe ya 44’an derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovara W ku di bin banê Kurdî-Dera Amedê de weşana xwe didomîne hejmara xwe ya rezber-kewçêrê derxist.
Kovara ku di her hejmara xwe de cih dide dosyayeke dosyaya xwe ya vê hejmarê ji bo Aramê Tîgran veqetandiye. Di dosyayê de hevpevyîneke Zana Farqînî ya bi bi Aram Tîgran re hatiye weşandin. Kakşar Oramar bi du nivîsan di dosyayê de cih girtiye. Yek jê “Jiyan û serboriya AramTîgran: dengê azadiyê, sembola biratiyê” û ya din jî “Nêrîn, şîrove û gotinên li ser huner, kesayetî û keda mamoste AramTîgran” nivîsiye. Her wiha Feratê Dengizî bi “Aramê Amedî, li ser çûyîna wî…”, Ehmed Osman bi “Aramê di nava xem û xerîbiyê de”, Hîwa Penahî bi “Mirovê bîranîn û aştiyê”, Medenî Ferho bi “Hunera Aram Tîgran dengê mirovahiyê ye” û Xelîl Xemgîn jî bi “Mîrê dilan” di nav dosyayê de cih girtiye.
Ji bilî van di kovarê de gelek nivîs, helbestên din cih girtine.