___Abdulkadir DEMÎR___
Di dengê strana avê de, nivîskarek ku li wateya jiyanê dipirse. Qelema ku reng û tama avê bi zelaliya hestan re digihîne hev û wê di bêdengiya çolistanî ya dîrokê de rêz bi rêz dineqişîne. Bi romana xwe ya bi navê “Strana Avê Şæmîran”, qelema Dilsoz careke din destnîşan kiriye ku ew yek ji qelemên herî xurt ên wêjeya kurdî ye.
Di vê romanê de, Dilsoz xwînerê xwe bi kurteçîrokek ku li ser du karakterên sereke ava kiriye, pêşwazî dike: Yek ji du karakterên sereke; Şemîran, ku dayikeke di dema paşerojeke li derveyî dema îroyîn de bi sê zarokên xwe re rûbirûyî pirsgirêkên malbatî ye, akademîsyeneke ku ji ber hilbijartina hevjînê çewt, bi hişmendî, hest û tercîhên xwe re şer dike, lêkolînerek biwêrek ku şerê demekê winda dike; li milê din jî Şamîran, şewqeke nazik ku li ser pelên zerbûyî yên dîrokê can dide, sîbera fedakarî û hewldanê ku li ser rûyê avê dibiriqe, keça qiralê ji welatê Ûrartûyan e ku di demên sor ên dîrokê de li ser cografyayekê şir û şir diherike.
Du bedenên cuda, du giyanên cuda û bi du bedenên cuda giyanek tenê, yek dil di bêdawîbûna “zemanê π” de ku di îzafiyeta demê de diqelêşe û dibe yek, Şæmîran...
Dilsoz, di romanê de ku mijara xwe ji îlhamê digire ku di dema xela ya di du demên cuda de derketiye holê û girîngiya avê diyar dike, di her beşeke nû de bi pêlanên di nava dîrokê de hestan bi rêzan dirêse û bi vî awayî rih dide gotinan.
Li vir, di şûna kurteçîroka ku di romanê de qat bi qat hatiye honandin û çîroka karakteran ku her yek cîhaneke bi tevahî cuda nîşan dide, baş e em behsa çend xalên girîng ên ku bi giranî derdikevin pêş bikin:
-
Dilsoz, ji hêla şêweyî ve bi bikaranîna rêbaza wêjeyî ya ku di wêjeyê de nû tê hesibandin, rêzika “du xal” (..) bi awayekî wisa nazik di romanê de bi kar aniye ku hema hema di tevahiya romanê de hesta "hîn tiştên ku ez ê bêjim neqediya ye" şênber kiriye û heke em wiha bêjin, wekî koda sereke ya romanê ava kiriye û di dawiya romanê de jî bi peyvên Şemîranê yên wekî “nîverêk e heyata min” û “nexêr, ya min cotxal e” ev yek wekî surprîzeke şîrîn bi xwîner dide bihîstin.
-
Dilsoz, bi “demên π” ên ku wekî sernavên beşan balê dikişînin, bi rêbazeke wêjeyî ya balkêş du karakterên sereke yên ku di du demên cuda de jiyane, di yek kêliyê de (di zemanê “π” de) tîne cem hev. Beşên demên “π” jî di nav xwe de wekî beşên bi sernavên du xalî (..) yên dema “π” û beşên bi sernavên dema “π” a bê xal hatine dabeşkirin, ku li wir Dilsoz hewl dide ku rêbazeke nazik bide hîskirin. Di beşên bi sernavên du xalî yên dema “π” de, nivîskar peyameke nazik dide xwîner ku mîna dibêje tiştên ku bên gotin hîn neqediyane, dê di beşa din de berdewam bike; lê di beşên bi sernavên dema “π” a bê du xal de jî bi awayekî ravekirî destnîşan dike ku peyama di beşa navborî de qediyaye.
-
Dîsa bi armanceke mîna vê, bi beşa bi sernavê “Zemanê “π” (3,14.. 60 Hezar)” re, bi teqîna volkanîk a Çiyayê Sîpanê ya beriya 60 hezar salan re amaje bi çêbûna Behra Wanê dike û hewl dide ku vê beşê bi tevahiya romanê ve girê bide û xwîneran hişyar bike ku baldar bin.
-
Dîsa nepeniyeke mîna vê, bi tableteke ku tê de şîfreya wateya jiyanê ji Şamîran re hatiye dayîn, pêşkêş dike. Dema ku tê hêvîkirin ku nepeniya tabletê bi hezaran sal şûn de, gava ku Şemîran wê wekî neynikê di heman şikeftê de dibîne, derkeve holê, di rastiyê de ew nepenî di tevahiya romanê de veşartî dimîne û Dilsoz çareserkirina şîfreya wateya jiyanê rasterast nede jî, bi awayekî nerasterast, bi zor dayîna sînorên xeyal û zanîna xwîneran, ji xwîneran re dihêle.
Wekî di hemû romanên xwe de, Dilsoz di vê romana xwe de jî bi hostayî kariye ku gav bi gav, hêdî hêdî dakeve herêmên herî kûr, herî veşartî, herî tarî yên hestan, heta ku xwîner dikare vê hestê di kûrahiya dilê xwe de di rêzên ku dixwîne de hîs bike. Hesreta Şemîranê ya ji bo sê zarokên xwe yên ku ji hev dûr ketine, fîxana hesreta "Seîd Beg" a ji bo zarokên wî di kêliya mirinê de, dibe bahoz û şopên kûr di dilê xwîner de dihêle û mûyê canê wan qij bibe.
Bi kurtasî, ev romana Dilsoz ne tenê qadeke nepenî ya afirîneriya wêjeyî ya ku di sînorên matematîkê de digere, diafirîne, di heman demê de îzafiyeta têgîna demê di kesayeta du karakterên xurt de şênber dike û dide ber çavan. Digel ku panoromaya dehlîzên tarî yên psîkolojî û hestên mirovan bi giştî di nava civak û malbatê de xêz dike; dikare bi dengê pisporekî bi hostayî dewlemendiyên çandî yên cografyayekê û civakekê di asta kurteçîrokeke tevlihev a ku ji dîrok û mîtolojiyê sûd wergirtiye, belav bike.
Dilsoz romana avê dinivîse.
Wêneya avê ji nû ve xêz dike.
Ji wêneya avê stranekê dide gotin.
Dilsoz tabloya strana avê xêz dike.
Di vê tabloyê de tama avê bi xwîner dide tamkirin, rengê avê rave dike, bêhna avê bi wî dide hîskirin.
Roman di qelema Dilsoz de dibe av û diherike.
***
Youtuba Diyarnameyê... / Bibin abone...