Diyarname
45'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî dema serîlêdana fîlman da dest pê kirin. Yên bixwazin heta 10'ê rêbendana 2026'an dikarin berhemên xqe bişînin ber destên amadekaran
Festîvala Fîlman a Stenbolê ji aliyê ÎKSV'ê ve tê organîzekirin. Sala 1982'yan de wekî Hefteya Sînemayê dest pê kir û ev 45 sal in li dar dikeve. Festîvala sala bê wê di navbera 9-19'ê avrêlê li dar bikeve.
Festîval, ji sinemaya dinyayê, ji Tirkiyeyê fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlman pêşkêş dike. Ligel van gelek çalakiyên din jî wekî gotûbêj, atolye û hewd. Festîvalê dema serîlêdanê ji bo fîlman da dest pê kirin.
Dema dawî ya serîlêdanê 10'ê rêbendana 2026'an e. Yên bixwazin fîlmên xwe bişînin dikarin ji ser malpera festîvalê re xwe bigihînin amadekaran.