logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

Di nava tora fihûşê de xebatên sîxuriyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket

  • Dîrok: 26/11/2025
  • Beş: Nûçe

___Heval Onkol / MA / AMED___

Endama herî çalak a tora fihûşê ya li Licê R.M., li ser mêrên xwedî nasnameya polîtîk di bin navê "têkiliya evînê" sîxurtiyê ferz dike. 
 
Derket holê ku tora fihûşê ya ku li navçeya Licê ya Amedê hatiye avakirin û me duh nûçeya wê weşand, karên sîxuriyê jî dike. R.M. ku tekane endama jin a vê tora fihûşê ye, her wiha endama herî çalak a torê ye. R.M., mêrên xwedî nasnameya polîtîk dike hedef. R.M., ku li Kizilayê dixebite, mêrên ku ji ber sedemên polîtîk di girtîgehê de mane yan jî der barê wan de biryara binçavkirinê heye, dikişîne nav tora xwe.
 
R.M. ku bi navê "têkiliya evînê" mêrên ciwan dixapîne, dîmenên mêrên ku pê re ye dikişîne û bi şantajê wan neçar dike ku bibin sîxur. Di heman demê de, ew jinên ciwan ên ku dixapîne jî her tim tacîz dike û neçar dike ku bi mêran re hevdîtinê bikin. Li gor lêkolînên me yên li navçeyê û agahiyên kesên ku ji ajansa me re axivîn, R.M. ji aliyê rayedarên dewletê ve tê rêvebirin û parastin.
 
Dema malbata H.Ş. yê ku di Sibata 2024’an de li mezraya Gezan a girêdayî gundê Çemê Elîka yê Licêyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin, qala R.M. a ku li ser navê navê alîkariyê her tim diçû gundê wan, ji ajansa me re kir. R.M., wê demê H.Ş.yê ku hê nehatibû girtin lê der barê wî de biryara girtinê hebû, timî têkiliyê bi malbatê re datîne da ku bigihîje wî û bide girtin.
 
DI NAVA KELÛPELÊN ALÎKARIYÊ DE CÎHAZÊ GUHDARÎKIRINÊ DERKET
Malbatê der barê R.M.yê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ya sala 2023'yan a Mereşê, li ser navê alîkariya Kizilayê timî diçû mala H.Ş., ev tişt got: “Taxa me ji erdhejê bandor bûbû. Kizilayê jî xwedigiravî alîkariyê Ufo, ji bo germkirinê ji malbatan re belav dikir. Ufoyên ku ji mezraya me re dihatin R.M. dianî. Dema R.M. dihat mala me, tiştekî din jî zêde bi destê wê re dianî û dixwest nîşan bide ku alîkariyê dike. Piştî wê, têkiliya R.M. ya ku pir dihat û diçû, bi me re zêdetir pêş ket. Piştî demekê me ferq kir ku ji Ufoyên ku ji bo alîkariyê dihatin, cîhazên biçûk ên tomarkirina deng derketin. Piştî vê yekê, hemû gundiyan Ufoyên xwe şikandin."
 
KAMERA DI DARA BAXÇE DE HATIYE BICÎKIRIN
R.M. ne tenê cîhazên guhdarîkirinê, di heman demê de li mala ku diçû jî kamera bicîh dikir. Malbata H.Ş. kamerayê wiha tespît dike: "Piştî me Ufo şikandin, me dest bi lêgerîna her derê malê û baxçê kir. Piştre me ferq kir ku R.M. di dareke baxçeyê malê de jî kamera bicîh kiriye. Kuncika kamerayê wisa hatiye çêkirin ku kesên diçin û tên malê tomar dikir.”
 
JI NAV PIRTÛKAN ÇÎP DERKET
Malbatê destnîşan kir ku piştî ku cîhazên guhdarîkirinê û kamerayên ku tespît kirin, wan têkiliya xwe bi R.M. re qut kir, lê R.M. xwe gihand keça H.Ş. ya ku diçû dibistana seretayî û malbatê ev tişt got: “Dema keç hat malê, got R.M. pirtûk dane wê. Me pirtûk girtin, lê nihêrî. Ji cihê ku rûpelên pirtûkê digihêjin hev, çîp derket. Li ser vê yekê, me pirtûk şewitandin."
 
HERÎ DAWÎ H.Ş. DA GIRTIN
Herwiha malbatê diyar kir ku R.M. bi biraziyê H.Ş.,  Y.Ş. yê ku gelekî ji wê biçûktir bû re bûye heval û xwestiye ku bi riya wî agahiyên der heqê H.Ş. bigire, lê piştî ku wan ev yek fêm kir, dawî li têkiliyê anîne. Malbatê got, piştî vê rewşê, H.Ş. di 13'ê Sibata 2024'an de hate girtin.
 
*
Beşa yekem a vê nûçeyê:
- Mexdûrek qala tora fihûşê ya li Licê kir

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

news
  • 11 10 2026

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Fermandarê Giştî yê Meclisa Cerablusê El-Cadirî hat kuştin

ad

Li cihê teqînê peyker çêkir

ad

Fîlmê 'Stranên Keziya Sor' hat nîşandayîn

ad

Omer Lutfi Akad çû cem Yilmaz Guney

ad

Pirtûka hefteyê: Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê

ad

Necmedîn Buyukkaya tê bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname