Hevpeyvîn : Hozan Emîn
Dema hunermendek bi nasnameya xwe ya hunerî xuya be, lê bê nasnameyek kesayetî be, dema mirovek karibe bi sedan tabloyan biafirîne, û bi hizir û derbirîneka bi wate, û reng û dahênanekî bi hêz, wan berhem bîne. Me li Amedê seredana atoliya wî kir û ji bo ku mirov hunermend Ebdulxefûr Husên nas bike, ev hunermendê veşartî ku xwe naxe bin ronahî û bê deng karê xwe dike, divê mirov tabloyên wî bibîne; encax ew tablo pesnê xwe bidin. Me bi vê şûwekarê hunera suriyalîzmê Ebdulxefûr Husên kir.
- Bi kurtahî tu dikarî xwe bidî nasîn?
Ez ji dayikbûna bajarê Qamişlo sala 1964 me ; em biyanî çêbûn li ser xaka xwe û em bê nasname bûn, û niha jî ev 5 sal in ez li Amedê dijîm. Min dest bi kar û xebata hunerî li devera ez lê çêbûm û mezin bûm kir. Û min li Sûriyê û li Amedê gelek pêşengeh vekirine.
- Tu dikarî ji me re bêjî bê çi hişt ku tu bi risimîne, destpêka te çawa bû ?
Min hest dikir ku tiştekî gelek ciwan bi min re derdikeve, wexta min hin xêzik çêdikirin ; paşê me siruşta li dora xwe risimand. Her pêda çûm rismên min jî pêşde çûn, heya gihîşt min portre çêkirin. Min hest dikir tiştek min dikişîne û min bi xwe ve girê dide. Û evîndarî û eşq di navbera min û rismê de çêbû, êdî min nema dikarî xwe jê dûrbixim û ez pêve hatim girêdan.
- Ev tê wê wateyê ku ev hunera bi te re çêbû ji biçûkatiya de ye, ev tişt di giyana te xwe da der, te çawa ev dahênanî perwerde kir?
Ez bi xwe bûm dîsa, her tiştek min çêdikir, heza min jêre zêdetir dikir û min bêhtir pal dida nava cîhana hunera şêwekarî. Ev di gel pêwendiyên min bi birader û hunermendên devera me re wê deme û temaşekirina hunera şêwekarî ya dinyayê, bê guman ev jî mirov pêş de dibe. Her kesê ku li karê min dinerî han didam ku ez bi risimînim û tabloyên min dibû cihê sirincrakêşana birder û hevalan û derdora min ev jî dihişt ez hîn behtir bixebitim.
- Hunera te hilbijartiye ji nava cureyê hunera şêwekarî "Suryalî ye". Tê zanîn ku bê ev çiqas zehmet û ne hesan e mirov di tabloyên wê têbigihê, çima te ev şêwe tercih kir?
Min destpêkê siruşt û portre risimand, min hest dikir ev dikare têra min nake û min tiştin din dixwestin, tu dikare derbirînê ji ramanên xwe bi şêwakî din bike. Min hizir dikir ku gerek ez bi tiştekî zehmet û girantir hunera xwe derxînim. Ev dibe wekî mînak, pêşketina di nava helbestê de, ku bi demê re çêbû, çawa helbestvan karîbû xwe ji wan qeyd û girêdanên qafiyê û wezin xelas bike û helbesteke nûjen binivîse. Min hest dikir ev huner jî min bi sînor dike û min nedikarî hemî asoyên di hizir û bîrên xwe de pêkbînim di wê riyê de. Min xwest ez ji wî şêweyê derbirîna kilasîk xelas bibim û bi reng û cureyekî din kar bikim. Min xeyalên xwe di “Suriyalîzm”ê de dîtin û min da nav û min hûrtir û kûrtir û dûrtir kir di avakirina tabloyê de û hilbijartina reng û wêneyan de. Û ez dixwazim ded û kulê civaka xwe bi wî rengî derxînim û belav bikim.
- Baş e ma gelo, çavê bîneran fêrî vê hunerê bûye, yan civaka me teqebûl dike?
Na ev cure huner zor û giran e, her kes nikare zû tê bighêje. Ji ber hunera suriyalî fireh e û vekiriye li ser her alî, ne wekî tu li tabloyekê ku gul û dar û siruşt tê de hebin, ev her kes dikare ji xwe re şirove bike, lê gereke mirov hinekî li gora civaka xwe jî tevbigere. Heger mirov tabloyên suriyalîst jî çêke gerek li gor radeya civakî wî bin. Tu dinêrî bê civaka ewropî gihîştiye çi radê, hunermendên wan tabloyên gelek zehmet çêdikin, lê rola hunermend jî ew e ku hindekî hewl bide civaka xwe jî rake û wan fêr bike ku tablo ne tenê ev tiştên ber çavan e. Lê wexta ku mirov hest bike ku ew şêwe nema derbirîne ji hestên wan dike, mirov pal dide li tiştin nû bigere. Ev di Ewropa de çêbû û di gelek qonaxan de derbas bûn, heya gihîştin vê radeyê û bi sedên salan dirêj kir.
- Ma tu dibînî ku hunermendek, xwe girê bide bi dibistanek hunerî , ma ev pêwîst e ta ku hunera xwe bi hêztir bike?
Na bê guman, mirovê ku bi vî karî radibe, li gora min girîng e ku nasnamayekê ji tiştê ku pêşkêş dike çêke, lê ev nayê wê wateyê ku tiştên dî çêneke, lê belê girîng e xwe bizanibe bê di çi riyê de ye û xwe di çi de dibîne.
- Em dixwazin di derbarê çalakiyên te de, hin agahiyan werbigrin, te çend pêşengeh vikirine û hwd?
Min li Sûriyê gelek kar dikir, min gelek tablo çêdikirin, û me gelek pêşengeh jî vedikirin, lê astengî hebûn ji hêla siyasî de. Wexta ku mere hest bi zilmê dike û civaka me ne azad be û rejîmek ku heza derhênanê yê nake û astengî ji me re çêdikirin û heta digotin ev erê yan ev na. Bê guman ev ji bona min cihê nexweşiyê bû. Hunermend gereke azad be û bê bend û qeyd kar bike, û ji aliyê aborî jî astengî hebûn. Min nezîkî 58 pêşengehan li Sûriyê bi tevahî vekirin jê 38 ê min bi xwe bûn û min 10 xelat jî wergirtine, yek jê di sala 2005’an min xelata yekemîn li ser astê Sûriyê wergirt. Paşê ez hatim Amedê ji bo ku ez karibim karê xwe hîn xurtir û mezintir lê bikim. Min 8 pêşengeh li vir jî vekirin lê min dît ev huner bala xelkê pir nakişîne. Ez hewl didim ku ez vê hunerê bidim dora xwe û belav bikim û dixwazim xelk bên û bibînin, pirsiyara ji min bikin li ser watavê tabloyê yan a dî. Min ji ber wisa komek ji xwe re çêkiriye ji 12 kesan pêk tê; ez wan fêr dikim, ji bo ew jî hindek din fêr bikin.
- Ji bo pêşerojê tu çi difikirî, tuyê çi bikî?
Ez hez dikim werim Herêma Kurdistanê û hunera xwe pêşkêş bikim. Ez dibihîzim tevger û liveke baş heye û gelek hol û cihên baş hene ji bo pêşengeha, û çalakiyên hunerî baş hene. Heger delîve hebe ji dezgeh yan çi aliyek pêwendîdar min dawetî wir bikin, ez bi kêfxweşî di gel tabloyên xwe amade me.
Ji bo tabloyên Ebdulxefûr Husên binêrin:
Tablo-galerî