Diyarname
Hunermend Şivan Perwer li ser wefata hunermend Neşet Ertaş daxuyaniyeke weşand. Perwer wisa got: "Mala wî ava be bi sedan caran ku hunermendekî ew qas giranbuha di dema me de avadar bû, min jî bi xwe ji wî sûd wergirt. Hezar caran avabe mala wî. Nayête ji bîr kirin, cihê wî her bihuşt e, her kesê wî guhdar kiribe, ji wî re deyndar e. Rehmeta Xweda li ser wî, cih û warê wî be."
Her wiha Şivan Perwer di daxuyaniya xwe de wisa got: "Her çi kesên li Neşet Ertaş guhdar bibûya, di bandora muzîka wî de dima. Ji ber ku hunerek berdar, şûnwar û kokdar e. Di sedsalên dawî de li vê dinyayê 3-4 hunermend bûn hîmdar û pêşengên hunera bingehîn; ji kurdan Mihemmed Arifê Cizîrî, ji reşika, Poul Robeson, ji ereban Nazim Xezalî û ji tirkan Neşet Ertaş. Mala wan avaye li gel xêra wan li her cihan."
Perwer ji bo malbata wî, dost û hevalên wî û hunermendan sersaxî xwest û got ku ew ji Xwedê hêvî dike ku hê gelek Neşetan bide nav civakê
***
Nûçeyê eleqedar:


