Diyarname
Kovara People îsal lîstikvan Jonathan Bailey wekî "Zilamê herî seksî" hilbijart.
Lîstikvanê îngilîz Jonathan Stuart Bailey di sala 1987'an de li Wallingfordê hatiye dinê. Di rêzefîlmên wekî ‘Bridgerton’ û ‘Wicked’ de lîstiye. Bi taybetî bi rola di "Briggerton" de ku rola Lord Anthony Bridgerton girtibû ser milên xwe navdar bû.
Niha kovara People ew wekî "zilamê herî seksî yê salê" hilbijart û xist berga kovarê, hejmara nû ku hefteya pêşiya me wê belav bibe.
'EV XELATA RÛMETA MIN E'
Lîstikvan Bailey di bernameya Jimmy Fallon de li ser xelatê got, "Ev xelata rûmeta jiyana min e."
Kovara People ku li Amerîkayê di sala 1974'an de dest bi weşanê kiriye, hê jî weşana xwe didomîne. Kovarê berê kesên wekî John Krasinski, Patrick Dempsey, Chris Evans, Michael B. Jordan, George Clooney, Harrison Ford, Mel Gibson jî wekî zilamê herî seksî yê salê hilbijartibûn.

***
Nûçeyên "2025"an di bin vê sernavê de wê bên belav kirin. Va ne yên eleqedar:
- 2025: Lîsteya pirtûkên nû yên weşanxaneyan, 1314 pirtûk
- 2025: Weşanên Şilêr îsal 70 pirtûk çap kirin
- Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste (2024)