Diyarname
Qralê Brîtanyayê Charles bi merasimek lîstikvanê fûtbolê yê îngilîz ê berê David Beckham wekî "Şovalye" ragihand û nîşane da wî. Bi vî awayî jina Beckham, Victoria Beckham jî bi awayekî fermî pênaseya "Lady" girt.
Li Brîtanyayê yek jê di dema rojbûna kral (Kral Charles) û yek jî di sala nû de, du caran lîsteya rûmetê tê eşkere kirin. Ji aliyê saziyên cuda ve bi awayekî serbixwe lêkolîn tê kirin û lîste tê amadekirin. Wê lîsteyê hikumet pêşkêşî kral dike. Di vê meha pûşperê de Beckham jî di nav lîsteyê de bû û niha wî bi merasimek nîşaneya xwe girt.
Piştî girtina nîşaneya şovalyetî Beckhamî got, "Ez gelek serbilind im. Mirov dizanin ez çiqas welatparêz im. Ez ji welatê xwe hez dikim."
Lîstikvanê berê yê 50 salî bi karên ji bo xêrê dike jî tê nasîn. Jina wî Victoria Beckham jî dîzaynkara modayê ye. Ew jî bû "Lady".
