logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye
  2. Mirca Lucescu mir
  3. Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd
  4. Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn
  5. Festîvalê derî vekir: 10 roj wê şahiya fîlman li dar be
news-details

Li ser nîqaşên alfabeya Latînî û Erebî ya ji bo kurdî

Danberheva alfabeya Latînî û alfabeya Erebî ji bo kurdî...

  • Dîrok: 25/09/2012
  • Beş: NÎQAŞ

 

Mihemed Jiyan 

Mijara alfabeyê bi serê xwe meseleyeke zêde tevlihev û têra xwe biarîşe ye. Bêguman nîqaşên alfabeyê/alfabeyan di hemî zimanên bêdewlet û bêstatu de girîngtirîn û sereketirîn nîqaş in. Lewra ew zimanên bêdewlet, ne xwedî dezgehekê ne ku li ser xalekê biryarê bide û ev biryar ji teref her kesî ve were qebûlkirin û bi vê qebûlê jî dawî li nîqaşên bi vî rengî bînin. Lê dema ku ew dezgeh tunebe alozî û pirsgirêkên li ser vê yekê aloztir dibin.
Meseleya alfabeya/alfabeyên Kurdî jî ev nêzî sed salî ye ku tê nîqaşkirin. Bi qandî ku em dizanin û jê haydar in, ev nîqaş hêj di kovara Rojî Kurd de hebûye. Yek ji wan ew e ku Abdullah Cevdet, elfabeya Erebî ji bo zimanê Kurdî têr û guncan nedidît. Herwiha em ji hewldanên Tewfîq Wehbî haydar in ku dixwest alfabeyeke nû ji bo zimanê Kurdî çêke.
Yanî ev mesele hê di zemanê Osmaniyan de ku bayê Rojavayê li alema Îslamê bi awayekî gur diweziya bi şeklekî ciddî dihate rojevê û rewşenbîran fikrên xwe yên li ser vê meselê dianîn ziman û dinivîsandin. Elfabeya Erebî ya ku Xelîl Xeyalî Motkî ji bo Kurdî çêkiriye jî, meriv dikare wekî encamekî vê rojevê û vê nîqaşê binirxîne.
Ji wan deman heta roja îro ev nîqaş her berdewam e û dê her berdewam be. Lewra  meseleya ziman tu demê ji siyaseta rojevê  dûr û xweser nemaye/namîne. Her wextî girêdayî siyaseta demê û rewşa Kurdan, meseleya ziman jî bûye/dê bibe dabaşa nîqaş û gengeşiyan.
Sedemê bingehîn yê daxwaza Abdullah Cevdet û kesên wekî wî yên ku dixwestin alfabeya Kurdî ne Erebî, lê Latînî be; bi temamî ne ilmî û zanistî bû. Belkî zêdetir siyasî û polîtîk bû. Lewra wan jiyan û modeleke Rojavayî diparast û dixwestin ku bi her awayî bişibihin Rojavayê. Herwiha dixwestin ku xwe ji paşeroja xwe bişon û rûpeleke nû  li ber xwe vekin. Meseleya alfabeyê jî tenê  yek ji van hêmanan bû. 
Helbet Mistefa Kemal jî ne ji ber heyraniya Latînan (jixwe ev alfabe jî ya Fînîkeyiyan bû) an jî guncanbûna alfabeya Latînî ji bo zimanê Tirkî, şoreşa herfan/alfabeyê çêkir. Alfabe, yek ji çend nîşaneyên reddkirina mîrasa Osmanî bû. Ev şoreş jî wekî encamekî vê polîtîkayê pêk hat.
Helbet ez naxwazim bêjim ku nîqaşên alfabeyê bi temamî siyasî û polîtîk in û qet kesên ku ji hêla ilmî û zanistî ve li serê kûr bûne tunin. Bêguman kesên ku ev mesele ji hêla ilmî, zanistî û zimanzanînê ve şîrove kirine û nirxandine jî pir in. Lê rastiya eşkere ew e ku mesele zêdetir siyasî ye.
Çawa ku guherîna herfên dewleta Tirkan ji Erebî bi bal Latînî ve di encamê siyasetekê de be, bicihbûna alfabeya Latînî piştî ya Erebî di Kurdî de jî encamê şert û mercên siyasî ye/bû. Jixwe, reva ji vê rastiyê ne mumkin e û hewldanên li ser redda vê yekê jî beyhûde ne.
Xala ku ez dixwazim balê bikşînim serê ew e ku mijara alfabeyê ji siyaseta rojevê cudatir nayê nirxandin.  Ji ber wê ye ku di roja îro de jî yek ji rojevên me yên herî muhîm alfabe ye. Herwiha  nîqaşên li ser alfabeyê ne.  
Rewşa ku em îro pê re rûbirû mane û munaqeşeyên li serê berdewam in jî girêdayî siyaseta soranîparêzan e. Lewra soranîparêz dixwazin seyreta xwe ya li ser Kurmancan binecih bikin û serdestiya xwe baş bidin sepandin.
Wekî em dizanin seytera Soranan û zaravayê Kurmanciya Jêrîn li ser Kurmancan û Kurmanciya Jorîn, li Kurdistana Başûr ji wextekî dirêj û ber bi vir ve berdewam e. Li ser vê meseleyê û ji bo çêbûna zimanekî hevpar di nava Kurmancî û Soranî de, heta niha gelek civîn hatine kirin û gelek komîsyon hatine avakirin. Lê tu civîn heta niha bi musbet encam nedaye û tu komisyonê karê xwe bi rêk û pêk nemeşandiye.
Rastiyeke din a girêdayî vê mijarê ew e ku seyreta Soranan a li ser Kurmancan, bi dilê her du dewletên cîran; Tirkiye û Sûriye bû. Lewra Kurdên di bin dagirkeriya wan de dijiyan, bi piranî Kurmanc bûn. Dewleta Tirkan bi awayekî eşkere diyar kiriye ku divê li Kurdistana Başûr zaravayê fermî Soranî be û alfabeya Erebî di perwerdehiyê de were bikaranîn. Lewra divabû têkiliya Kurmancên Başûr û Bakur bihata birrîn û neşiyaban têkiliyeke baş bi hev re deynin. Dema ku li Başûr herfên Erebî û li Bakur jî herfên Latînî werin hînkirin û ew di pratîkê de ew bêne bikaranîn, dê têkilî zeîf be. Herwiha dema seytera Soranan li ser Kurdistana Başûr zêdetir be, dîsa wê pêwendiyên Başûr û Bakuriyan qels bin.
Ev daxwaza dewletên cîran ên dagirker her demê bi dilê Soranîparêzên me jî bûye û wan jî ev wekî firsend û derfeteke nedîtî bi kar aniye. Hem di siyasetê de û hem jî di perwerdehiyê de Soranan tu demê bi çavên muxatebiyê li Kurmancan û li Kurmancî nenêriye. Ew her demê wekî zaravayekî biçûk ê girêdayî xwe dîtine. Xwestine ku her demê ew serdest bin û Kurmanc jî li pey wan bimeşin. Şexsiyetên xuyayî yên Soranan ji gotin û eşkerekirina vê yekê pêxav nekirine.
Ev daxuyaniya dawî ya li ser  navê  “Grûpa Inîsyatîv ji bo Parastina Zimanê Kurdî”[1] ku bi temamî ji şexsiyetên Soran pêk tê jî gaveke ber bi wê daxwaz û armanca Soranîparêzan e. Lewra zimanê  daxuyaniyê û argumantên ku ji bo binecihkirina îddiayê têne parastin hemî jî, hukumraniya Soranî rewa dikin.
Ji ber ku ev mijar li başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin û li wê derê jî dezgeheke Kurdan ya ku karibe qerarekê bide û wê qerarê pêk bîne heye, ehemmiyeta wê gelekî zêdetir e.
Di daxuyaniyê de ji argumantên ku têne parastin yek ew e ku tê gotin: “Hezar sal e bi vê elfabeyê tê nivîsandin û ji sedî %85 berhem jî bi vî zimanî hatine nivîsandin.” Herwiha tê îddiakirin ku, li piraniya Kurdistanê ev elfabe tê bikaranîn. Ji xeynî van xalan, xalên wekî kêmbûna fonemên alfabeya Latînî û Tirkîbûn-Kemalîstbûna wê hatine rêzkirin.
Vê grûba navborî, xwestiye ku bi argumantên wereng, heqiya xwe bide ispatkirin û xwe ji alfabeya Erebî piştrast bike. Lê wer diyar e ku dijberî û dijminatiya li hemberî Kurmancan û Kurmanciyê, ew gelekî şaş kirine. Lewra kesên hay ji xwe hebin û unwanê akademîsyenê bi xwe vekiribin; bi tiştên wisa bêbingeh mijûl nabin û îddiayên ew çend sivik nayinin ser ziman.
Ji bo mijar zelaltir bibe û armanca vê daxuyaniyê baştir were fêmkirin, dixwazim li ser îddiayên di daxuyaniyê de cih digirin bi kurtasî çend tiştan bêjim.
Rast e, hezar sal e elfabeya Erebî tê bikaranîn û berhemên Kurdî yên klasîk bi piranî bi wê elfabeyê hatine nivîsandin. Lê em tev jî dizanin ku di wê heyamê de ji ber dînê Îslamê çanda Ereb/Erebî serdest bû. Loma jî piraniya Kurdan bi wê elfabeyê emel dikirin. Lê di roja îro de bikarhênerên alfabeya Latînî  û qada vê alfabeyê ji ya Erebî pir pir zêdetir/firehtir e. Piraniya Kurdistanê ne elfabeya Erebî, ya Latînî bi kar tîne. Kurdên Binxet, Bakur, Ewrûpa û qismen ên Kurdistana Sor alfabeya Latînî bi kar tînin. Ev jî teqabulî sedî %60-70an dike. Ango ji sê paran du parên Kurd, alfabeya Latînî bi kar tînin. Cihê ku elfabeya Erebî lê serdest e Kurdistana Başûr û ya Rojhilat e. Bi qandî ku em dizanin Latînî li Başûr jî heye û her ku diçe li wir jî zêdetir dibe. Yanî, îddiayên ku di daxuyaniyê de li ser van mijaran têne kirin, pûç û bêbingeh in.
Wekî din  Fonemên ku tê îddiakirin di alfabeya Latînî de tunin jî du-sê deng in. Ew  jî ne dengên Kurdî ne, yan jî em bêjin dengên binîqaş in. Eger komîsyonek li ser ziman bicive û li ser vê yekê biryarekê bide, çareserkirina vê gelekî asan e. Halê hazir di alfabeya Latînî de 31 tîp hene, lê di ya Erebî de ev derketiye 34-35 tîpan. Helbet ji bo çareserkirina gelemşe û tevliheviyên di elfabeya Erebî de gelek tişt hatine kirin û hin formul hatine dîtin, belê di daxuyaniyê de hîç behs nekirine ka  elfabeya Erebî di nusxeyên tarîxî de tevlihevî û aloziyeke çawa derxistiye!  Mesela nabêjin ku bi tîpeke Erebî wekî ىyê du, carinan jî dengên Kurdî derdikevin: “î, ê, i”. Bo mînak meriv dikare vê peyvê “كى”, bi sê awayan bixwîne: “kê, kî, ki”. Bi herfa “و”ê sê dengên Erebî derdikevin: “u, û, o”. Bo mînak hûn dikarin vê peyvê “بو”, bi sê awayan jî bixwînin: “bo, bu, bû”. Herwiha du dengên Kurdî di elfabeya Erebî de her demê ne diyar in: “i, e.” Mesela dema ku ez peyva “bihar”ê bi kesre û fethe/zêr û ziber, ango bi hereke bi vî awayî بِهَارَه binivîsim, hûnê zanibin ku ev “bihar” e, lê dema ku ez vê bê hereke, bi vî awayî “بهار” binivîsim, hûn nizanin ka ew “behar” e, yan “bihar” e.

Erê, niha ev çareser kirine û ji bo her dengekî û fonêmekê sembol û îşaret peyda kirine. Lê eger îhtiyac were dîtin, ev di Latînî gelekî asantir û rehettir e.

Helbet meriv dikare mînakên li ser vê yekê zêdetir bike û munaqeşeyê hê jî kûrtir bike. Lê mebesta me bes fêmkirina mijar û konseptê ye. Ne hevrûkirina alfabeyan e.
Wekî gotina dawîn dixwazim vê bêjim: Yekîtiya Kurdan, ji bo me beriya her tiştî ye û muhîmtirîn armanc e. Loma, divê em ji her cure hewldan û fikrên ku zerarê bidin yekîtiyê, dûr bisekinin. Em bihêlin bila her kes li gorî şert û mercên xwe û rastiya xwe tevbigere. Bila her kes bi cudatiya xwe û rengê xwe yê xweser di têkoşîna kurdayetiyê de cih bigire. Ne bila Soran bibe Kurmanc, ne jî bila Kurmanc bibe Soran. Divê em zemîn û atmosfereke wisa biafirînin ku Soran bi Sorantiya xwe û Kurmanc bi Kurmanctiya xwe bijî. Herwiha herfên Latînî di qada xwe de û yên Erebî jî jî di qada xwe de li kar bin. Bi hêviya xurtbûn û zeximbûna Yekîtiya Kurd….



[1] http://e-weje.com/hin-niviskaren-soraniaxev-sepandina-alfabeya-tirki-latini-listina-bi-agiri-ye/

 

 

***


Têbiniya Diyarnameyê:
Ev nivîs di malpera Berojê de hatiye weşandin û bi e-maileke ji me re jî hatiye şandin. Ji ber girîngiya mijarê em nivîsê pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Her wiha me dest nedaye zimanê nivîskar. Tenê sernavê wî me li gor xwe  sazkiriye.

 

**

 

Nivîsa eleqedar:

- Ji komek nivîskarên kurd li ser alfabeya kurdî daxuyanî

 

Parve Bike

Youtube Me

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Angelina Jolie çû kampa El-Ezrak

ad

E-kovareke 'The Hall Kurdî' derket

ad

Di vê hevokê de çend şaşî hene?

ad

Dengbêjê Radyoya Êrîwanê Memoyê Sîlo mir

ad

Ji niha de pîroz be: Brezîlya dê kûpayê bigire

ad

Carla Bruni jî wê derkeve ser dikê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye

  • 08 04 2026
news

Mirca Lucescu mir

  • 08 04 2026
news

Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd

  • 08 04 2026
news

Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn

  • 09 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname