Diyarname
Wêneyek tê ber we. Di wêneyê de şiklê mirovekî ser û çavên wî hatine xirakirin, xwînê avêtiye ser çav...
Ma qey girîng e ew kes kî ye rastî êrîşek wisa hatiye? Yan jî ma girîng e kî bûye sedema wêneyeke wisa? Ma kî dibe bila bibe mirov dê şermezar neke?
Vaye ji we re wêne. Wêneyê Yeqîn H... Wenêyê Yeqînê kurdewar, yê hunermend, yê helbestvan. Ji vir wêdetir êdî hûn bifikirin ka hûnê çi bikin...
Ê me ji destê me hat ku em bêyî ku ji kesî bitirsin vî wêneyî biweşînin. Û bi ser de jî em vê hoviyê lanet dikin û li bendê ne yên bûne sedema vî wêneyî herin ji Yeqîn H. lêborînê bixwazin.
***
Her du nivîsên Yeqîn H. yên li ser mijarê:
- Ji bo raya giştî nameya duyem
- Ez heme
*
Nûçeya eleqedar:
- Hin kesan êrîşî Yeqîn H. kirin