Diyarname
Hunermendê Mohsen Namjoo li Tirkiyeyê wê 6 konser pêşkêş bikira, konserên wî hatin betalkirin. Li Amedê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konserên wî betal kirin. Çima?
Pêşî agahî. Hunermendê ji Îranê Mohsen Namjoo wê li Stenbol, Enqere, İzmir û Amed jî têde li 6 cihan konser bida. Lê konserên wî hatin betalkirin.
DEWLETÊ QEDEXE KIR
Namjoo bi ser hesabê xwe yê instagramê re exkere kiriye ku bi sedemên "Xesasiyetên olî, ji asta jor de konser betal kirine".
Namjoo wisa gotiğe, "Ji bo tûrneya li Tirkiyeyê ji 6 konseran 5 jê hemû bilêt hatibûn firotin, i 16 hezar zêdetir kesî eleqe nişan dabû. Wekî sala 2022'yan bi fermana rayedaran astbilind bi sedema 'xesasiyetên olî' konserên min betal kirine.
ŞAREDARÎ SALON BETAL KIR
Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku ji ber gotinên tacîzê ku jinan ji bo Namjoo anîne ziman û ji ber xesasiyeta saziya me ya di vî warî de me konserên wî yên roja 20-21'ê mehê wî li ÇandAmedê li dar biketa betal kirin.
Şaredarî gotiğe, "Bihîstina dengê jinan, bal kişandina ser îtîraz û daxwazên wan ji bo me ne tenê tercihek e; di heman demê de ev yek daxwaza wekheviya civakê û nêrîna azadîxwaz a jinê ye."


