Diyarname
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê navên ku dê Xelatên Rûmetê û Xelatên Kedê bide wan diyar kir. Festîval îsal 62'yemîn car di navbera 24'ê kewçêrê û 2'yê sermawezê de wê li dar bikeve.
XELATA RÛMETÊ
Festîval îsal wê Xelata Rûmetê bide lîstikvan Serap Aksoy û Settar Tanriogen.
XELATA KEDÊ
Festîvalê biryar daye ku Xelata Kedê jî bide lîstikvan Merve Dîzdar û Selahattin Paşali.
Li aliyê din festîvalê eşkere kir ku di çarçoveya festîvalê de "Xelata Kedê ya Sînemayê" bide Feride Çiçeoglu, "Xelata Serketinê Ya Sînemagerê/a Ciwan" jî bidin Cansu Baydar.


