Stenbol
Li Tirkiyeyê biryar hate girtin ku îsal kurdî wekî 'dersa hilbijêr' bê xwendin lê gotin û pratîk wekî hev derneketin.
Di vê serdema ku li Tirkiyeyê dibistanan dest pê kiriye de mijara dersa hilbijêr jî di rojevê de ye. Hikumeta AK Partî biryar girtibû ku kurdî wekî "dersa hilbijêr" ji sinifa (pola) 5'an pêve bê dîtin. Kurd ku dixwazin ji pola yekemîn a dibistana seretayî heta lîse û zanîngehê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dev ji vê jî berda "Dersa hilbijêr" jî bi pirsgirêk "dest pê kir". Li gelek bajaran malbatên zarokan xwestin ji vê "dersa hilbijêr" sûde bigirin û zarokên wan bi kurdî bixwînin lê rastî astengiyan hatin.
'Mamosteyên dersê nîn in'
Li Batmanê kesek bi navê Mahsun Keskin çû Dibistana Seretayî ya Walî Zeki Şenel û xwest zarokê xwe ji bo dersa hilbijêr bide nivÎsandin. Digel ku qeydkirina zarokan hê didome jî, ji wî re gotin ku 3 roj berê qeyd bi dawî bûne. Keskin wisa got: "Jixwe ji bo qeydê 3 roj dem dabûn. Ji bo şaşiyek çênebe ez çûm cem Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr. Wan jî got ku niha ji bo dersdayîna bi kurdî bingehek nîn e. Rayedaran ji me re got ku kesên wê dersê hilbijêrin ev dersa wan dê vala derbas bibe, ji ber ku mamosteyên dersê bidin nîn e. Ji me re gotin polên 5,6,7 û 8 dikarin vê dersê hilbijêrin lê niha tenê ji bo yên pola 5'an serîlêdanan digirin.
Di qeydkirinê de navê dersê ne bi kurdî wekî "Ziman û zaravayên ku dijîn" hatiye binavkirin. Ji bo ders bê dayîn jî di vê, di wê polê de 10 xwendekar hebin. Mahsun Keskin wisa dibêje: "Tu agahiyan malbatan ji vê nîn e. Ji min re gotin tu yekemîn kes jî serî lê didî.Berî dibistan dest pê kirin bi dengek bilind gotin ku emê 'dersa hilbijêr bidin', lê ew jî nedan.
'Dersa hilbijêr li vir nîn e'
Li Bagcilara Stenbolê jî bavek zarokan ê bi navê Sînan Işik çû dibistanê ji bo zarokê xwe dersa hilbijartî hilbijêre lê jêre gotin ku li wê derê dersa hilbijartî nîn e. Bav IŞik ku dixwaze zarokê wî bi kurdî dersê bibînin ew wekî xeyalşikestî bi paş ve vegerandin. Işik bi israr dibêje ku ew dixwaze zarokên wî bi kurdî bixwînin.
Li bajarên mezin ne mimkûn e
Wezaretê biryar daye ku herî hindik deh malbat serî li wan bidin dê li polê 'dersa hilbijartî' bê dayîn. Lê li gelek bajarên Tirkiyeyê ku kurd lê dijîn lê hemû kurd ne li heman taxê ne dê nikaribin dersa bi kurdî bibînin. Ji ber ku li gelek bajaran dê nikaribin 10 kesan kom bikin. Ger hikumet ji dil tevbigere dikare li rêyên çareseriyê bigere lê heta niha tu hewldanek wisa nehatiye dîtin.
'Bila mamosteyên bi destheq dersê bidin'
Mebûsa BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane ku ew bixwe berî mebûsî mamoste bû ji bo ÎMC'ê axivî û wisa got: "Em dixwazin ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi kurdî perwerdehî bê dayîn. Lê niha ger wekî dersa hilbijêr dersek daye dest pê kirin û dibêjin mamoste tune ne. Belê divê bingehek jêre bihata çêkirin lê nekirin. Heta niha bi hezaran kesî di qursên Enstîtuya Kurdî ya STenbolê û ya Amedê, di qursên Kurdî-Derê de dersa kurdî hîn bûne û sertîfîka girtine. Ger ji dil bin dê bikaribin ji van kesan sûde bigirin. Bila wan wekî 'Mamosteyên destheq' gaz3i wan bikin û di dibistanan de biwan dersê bidin."
Wekî agahî: Hê jî li Tirkiyeyê bi tu awayî di nav zagonên Tirkiyeyê de kurdî derbas nabe û nayê qebûlkirin. TRT 6, dersa hilbijêr a bi kurdî, yan jî zankoyên ku vebûne, hemû di bin xala "Ziman û zaravayên dijîn" de xebatê dikin. Ji bo dersa hilbijêr a kurdî jî hefteyê tenê du saet ders hatiye qebûlkirin. Yanê ev dersa hilbijêr ger li hin deran bê dest pê kirin jî dê hefteyê tenê du saet be.
Ozgur Gundem, ÎMC, Diyarname