___Îhsan Bîrgul___
Ez ê îro ji we re bi kurtasî behsa rêwitiya me ya bajaroka Xelfeliya Îdirê bikim.
Wekî hûn dizanin bi pêşengiya YEWKURD’ê, Şaredariya Bajaroka Xelfeliya Îdirê “1’emîn Rojên Pirtûkan” li darxist.
Li gel weşanxaneyên wekî Ar, Dara, Avesta, Na, Aram, Do, Nûbihar, Payîz, J&J, Aryen, Tonya, Sîtav, Roşna, Sîdar, Ava, Zîlan Akademi bi tevê Weqfa Ozgurluk Yolu jî beşdarê van rojên pirtûkan bûn.
Ez jî wekî nivîskar du rojan beşdar bûm. Ji ber ku beriya vê bernameyê jî em beşdarî çend fûarên din jî bibûn, fikarên me pir bûn. Çimkî di wan fûaran de gelek kêmasî hebûn. Hem weşanxane hem jî nivîskar gelek caran bi poşmanî zivirîn mala xwe. Lê şaredariya Xelfeliyê ev hemû fikarên me pûç derxistin. Bi mazûvaniya xwe ya fedakar, dil û pişik li mezin kirin.
Di vê çalakiya edebî ya ku dehan zêdetir weşanxaneyên kurd beşdar bûn de her du hevşaredarên hêja Yildiz Tendîk Parîn û Yaşar Saritaş ne wekî şaredar tevgeriyan, wekî xwediyê malê gav bi gav bi me re bûn. Heta gelek caran xwarin û vexwarin jî bi destê xwe belav kirin. Çimkî şaredaran her çar rojan xwarin û vexwarin jî îkramê weşanger û nivîskaran kirin.
Ligel vê hevserên her du hevşaredaran jî bi qasî wan bi dil û can li cem mêvanên xwe bûn. Bi tewrekî dilxweşî mazûvaniya kurdî nîşanê her kesî kirin.
Vê fûara biçûk çi li me zêde kir çi ji me kêm kir?
Ewil vê bêjim tu tişt ji me kêm nekir. Berovajî wê gelek tişt li me zêde kir. Ji ber hinekî dûrbûna cih beşdarî ne bi qasî ya me payî dikir bû lê her kesê ku hat bi zanetî û bi mebesta pirtûkgirtinê hatin. Ev jî cihê kêfxweşiyê bû.
Ya din; Şaredariya Xelfeliyê da nîşan ku dema meriv niyet bike û xwe bide ber bar, tişta ku meriv sernekeve tune ye. Gelê Îdir û Xelfeliyê jî bi piştgiriya xwe mil dane vê hewldana şaredaran ya layiqê hurmetê. Barê wan sivik kirin, dilê me jî kirîn.
Dîsa; nivîskar û weşangerên kurd hem bi hev re hem bi mêvanên fûarê re gelek sohbetên edebî û çandî yên kêrhatî kirin. Wekî em bêjin konferansên ser lingan. Me da hev û ji hev girt. Me êvaran jî wekî şevbuhêrk li darxist. Helbet bi rêveberiya şaredaran û berdevkên YEWKURD’ê.
Helbet gelek tişt qerfî jî pêk hatin. Wekî mînak gelek hevalên cara ewil hatibûn xwe şaş kirin, şûna Xelfeliyê digotin Xelfetî. Yanî Xelfetiya Rihayê. Yan jî şopînerên wan şaş fam dikirin, digotin çi karê we heye li Xelfetiyê!
Gelek tiştên xweş ên din jî qewimîn lê min tenê vê gavê behsa çend tiştan kir.
Wekî gotina dawî; em bi fikar çûne Xelfeliyê lê bi dil moralekî xurt vegeriyan.

Di Rojên Pirtûkan de bi dehan kes hatin serdana me.
Ez sipasiya hemûyan dikim ku wan em tenê nehiştin.
birgulihsan21@gmail.com
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Weşanxaneyan ji bo pirtûkxaneya ku dê bê çêkirin pirtûk diyarî kirin
- Li Xelfeliyê Rojên Pirtûkan dest pê kir
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- 8 sal şûn de dîsa vegeriyan ser eslê xwe!
- ‘Keziyên Jinebî’ yên bi destên Gulîzerê hatin hûnandin
- Reqsa peyvan a Herdem Merwanî
- Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin
- Hestên bi siloganan hatine astengkirin!
- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!
- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
- Şengal û parastina kurdên êzîdî


