Diyarname
Şaredariya Tetwanê 57'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê li dar dixe. Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin mîhrîcan wê 27'ê vê mehê dest pê bike û 12'yê tîrmehê bi dawî bibe. Bi dehan hunermend wê derkevin ser dikê.
Ji bo eşkerekirina dîroka festîvalê li Aqua Parkê daxuyanî dan çapemeniyê. Mebûsê DEM Partî Huseyîn Olan, Hevşeradara Tetwanê Belkiza Epozdemir, endam û rêveberên DEM Partî, BDP û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.
Li gor agahiya hate belavkirin îsal hunermendên wekî Rojda, Beser Şahin, Mikail Aslan, Kasim Taşdogan, Suavî, Sorjiyan, Hemid Karadeniz, Pinar Aydinlar, Babetna, Seyitxan Sevinç, Kadir Çat, Arhat, Kollektîfa Ritmên Azad, Kasedjin, Xecê, Bajar wê konseran peşkeş bikin.
Dîsa dîwana dengbêjan wê çêbe, lîstikên stand-upê, lîstikên zarokan wê li dar bikvin. Ligel van çalakiyên jinan, pêşangeha wêneyan û lidarketina panelan hin çalakiyên din ên festîvalê ne.


