Diyarname
Pirtûkê nivîskarê me Yeqîn H. bi navê "Kil û Hine Netê" ji Weşanên Nûbiharê derket.
Yeqîn H. gelek bi helbestên re eleqedar e. Niha ew yek ji edîtorê LEWergerê ye ku kovar bi wergera helbestê re eleqedar e. Berî niha du pirtûkên wî yên helbestan derketibûn, niha yeka din li wan zede kir, "Kil Û Hine Netê". Pirtûka nû ya helbestan a Yeqîn H. ji Nûbiharê derket. Di pirtûka 72 rûpelî de 34 helbestên cuda hene.
"ji Hê", "destê qereçiyê", "çavên dîlberê", "Elîf û fer", "deftera Gewrê", "MA", "Hewa Mihê", "Efrîn" hin helbestên di pirtûkê de ne.
Pirtûk bi helbesta "Dinê Hemê û 14 rîwayet" bi dawî dibe ku "rîwayet"ên wî gelek balkêş in.
Va ye çarînek ji pirtûkê:
…
û axx! nema sor e gul, ne jî gevezî
gul neman ku porê te sor jê nedizî
guliyên te ne nedawî ne êdî
lema jî nema bêhna hineyê tê ji destê êvaran
lê porê te devê wê kêrê ye, devê wê kêrê
ku wê her bêhna xwîna hechecikê jê bê


