Hewlêr
Wezareta Rewşenbîriyê bi şîrketa Film House a Norveçê re li hev kir ku fîlmek bi navê 'Stop' li ser zor û zehmetiyê kurdan bikişîne.
Beşa Sînemayê ya Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistana Federal û şîrketa Mala Filmê (Film House) a Norveçê, li Hewlêrê têkildarî mijarê li Otêla Çar Çira civîna çapeminiyê li dar xist. Di civîna ku nûnerên gelek saziyên ragihandinê tevlî bûn de, nivîskarê fîlmê bi navê 'Stop' sînemavan Helkewit Mistefa, Rêveberê Şîrketa Mala Filmê (Film House) Îgîl Odega û rayedarê Beşa Sînemayê ya Wezareta Rewşenbîriyê Welîd Mehrûf amade bûn. Îgil Odega ku axaftina destpêkê kir, got: "Niha em filmekî bi navê Stop ku trejidiya kurdan vedibêje amade dikin. Bi derketina 'Sitop' Tirkiye dê pir aciz bibe, lê em karê xwe dikin."
Odega, da zanîn ku ji bo çêkirina fîlm a hatina wan a Herêma Kurdistanê, ne normal e û got, "Hatina me bi serê xwe çîrokek e."
Odega, destnîşan kir ku wî di 12 saliya xwe de kurd nas kirine û wiha dom kir: "Zorî û zehmetyeke kişandine. Ji ber vê yekê min hêvî dikir ku rojekê fîlmekî dar barê rewşa kurdan de çê bikin. Careke din dibêjim filmê 'Stop' ku jiyana kurdan vedibêje, wê Tirkiyeyê pir aciz bike, lê em karê xwe dikin." Senarîste fîlmê 'Stop' Helkewit Mistefa jî, da zanîn ku mesrefa fîlm mîlyonek û 300 hezar dolar e. Mistefa, derbirî ku fîlm di navbera 90 û 100 deqeyan de ye û wê di meha kewçêrê de dest bi kişandinê bikin.
Rayedarê Beşa Sînemayê ya Wezareta Rewşenbîriyê Welîd Mehruf jî diyar kir ku ev nêzî 4 meh in bi vî karî re mijûl dibin û wiha berdewam kir: "Niha jî ji bo çêkirina vî fîlmî me peyman îmze kir. Wezareta Rewşenbîriyê 300 hezar, Şîrketa Mala Film jî mîlyonek dolarî dide."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


