Diyarname
Îro bi piraniya dengên Parlementoya Iraqê Helebce bû parêzgeh. Êdî li Herêma Kurdistana Federe 4 parêzgeh hene.
Mebûsên li Parlemena Iraqê îro ji bo Helebçe bibe parêzgeh li hev civiyan. Piştî axaftinan dengdan çêbû û bi piraniya dengan parêzgehbûna Helebçeyê hat pejirandin.
Bi vê yekê re li Iraqê bûn 19 parêzgeh. Her wiha li Herêma Kurdistanê jî piştî Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, Helebçe bû parêzgehan çaran.
***
Nûçeya Eleqedar:
- 'Meseleya Helebçeyê neyê rojevê emê civînan boykot bikin'
- Wê Helebçe bibe parêzgeh?
***
Vîdeoyek: