Diyarname
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku ew ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku dê di 11’ê sermawezê li da bikeve,, amade ne.
Di civîna îro ya Desteya Wezîran ya Iraqê de, bi piraniya dengan hate pejirandin ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê roja 11’ê sermaweza 2025’an li dar bikeve.
Li ser vê Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ya Iraqê Dr. Îmad Cemîl jî îro ji bo çapemenî got ku tu astengî bo vê dîroka diyarkirî tune ye. Cemîl got, "Em ji bo hilbijartinan amade ne."
Dr. Îmad Cemîl anî ziman ku tu nivîseke fermî ji komîsyonê re nehatiye şandin û derbarê guherînên ku tên xwestin di Qanûna Hilbijartinan de bên kirin de jî wiha got; “Her guherînek ku di qanûnê de bê kirin, dikare bandorê li ser karên komîsyonê bike. Lê pêwîst e em pêşî bi awayekî zelal bizanin parlamentoyê çi cure guherînan plan dike.”