‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
Mahmut Ozçelik
Ez ê li ser pirtûkên nivîskar Cîhan Roj bi taybetî du romanên wî hin nêrînên xwe bînim ziman. Pirtûka yekemîn ku ez dixwazim li ser çend hevokan bêjim a bi navê “Gîtara Bê Têl” e. Ji Weþanên Do yê di sala 2009’an de hatiye weþandin. Serpêhatiyên di romanê de tê behskirin li Mêrdînê derbas dibe. Nivîskar bi bûyeran re dîroka Merdînê jî bi me dide naskirin, vê naskirinê jî bi devê lehengên romanê ve û bi gera wan dide famkirin. Du lehengên sereke yên romanê yek jê bijîþk Þadî ye, ya din jî hemþîre Selîn e. Her du jî li ocaxa tenduristiyê kar dikin, bi gotineke din karmendên dûgelê ne. Li navenda Mêrdînê li bajarê kevn rûdinin. Þadî bi xwe ji Mûþê ye, tevî ku di peywireke baþ de dixebite dîsa dem bi dem li pey zarokatiya xwe dikeve û xizanî û belengaziya malbata xwe bi bîr tîne.
Selîn ji bajarek rojava, keviyê derya Egeyê, ji Îzmîrê ye. Ji taxa ku em jî êdî bi çalakiyên cur bi cur wir dinasin Kadîfekale-Agorayê ye. Tiþta ku nivîskar di vir de dide xuyakirin ew e ku her du cî jî dîrokî ne.
Di vê romanê de jiyana mêrdîniyan ya rojane, sikakên wan ên kevirîn ên teng ku maþîneyên paqijiyê nikare têkevê û ji ber vê rewþê, bikaranîna keran ya di vî warî de jî balkêþiyek dide der.
Cîhên dîrokî yên Mêrdînê jî bi me dide nasîn, bi taybetî Dêra Zeferan ya ji hêla Suryaniyan ve pîroz e û hetanî bi wateya wê jî hatiye vegotin bala xwendevan dikiþîne, zeferan navê nebatekî ye û gava davêjin nav avê bi dehan rengî vedide. Rûyê Mêrdîna nû jî hatiye vegotin.
Di herka romanê de evîna Þadî û Selînê çawa dest pê dike û geþ dibe bi hostatî hatiye hûnandin.
Di nava vê evîna dê nîvco bimîne de, salên þerê qirêj ku bi hemû çavsoriya xwe didomiya jî tê vegotin. Bi taybetî kesên xwe wekî her tiþtî dihesibînin çawa wekî çete tevdigerin, jinên karmend zivêr dikin, bi þêweyek sade hatiye vegotin. Tevî van mirovên çetetiyê dikin dîsa jî jiyana mêrdîniyan ya bi hevkarî û hezkirina ji neteweyên tirk, ereb û kurdan ve çawa di nava henûniyek de didome, bala mirov dikiþîne.
Di pêþketina evîna Þadî û Selînê de hêdî hêdî nakokiyên ku serî hildidin jî bi xemgîniyek ve rû dide. Di nava van nakokiyan de ya herî girîng wekî þertê man û nemanê, xwesteka Þadî ya piþtî zewacê li Mêrdînê bicihbûn e. Piþtî vê daxwaza Þadî evîn bi huznek nediyar diqede. Têla gîtarê diqete, gîtar bê têl dimîne... Êdî dengê newayan tenê xemgîniyek bi ser avahiyên kevirîn ên Mêrdînê de belav dike.
Li dû vê romanê Cîhan Roj romanek din ya bi navê “Meþa Moriyan” jî nivîsandiye, lê mixabin ji ber ku min peyda nekir ku bixwînim ez ê li gor van her du romanên nav derbasbûyî nîrxandinek bikim. Tevî ku min li ser “Gîtara Bê Têl” ji ber ku zûde xwendibû hindik tiþt gotibe jî, ez dikarim bibêjim honaka wê romanê ji ya “Perde”yê baþtir û serkeftîtir e. Tiþta her du romanan jî bi me dide xwendin jî zimanê romanan, bûyerên li pey hev diqewimin û xwendevan di meraqan de dihelin ku xwendinê bidomîne ye.
Romana duyemîn ku ez dixwazim li ser rawestim pirtûka bi navê “Perde” ye. Romana ku ji Weþanên Nayê derketiye bi vegotinên lehenga romanê Gultenê didome. Ji Gultenê pê ve Gulperî, Gulnaz û dengbêjek, paþê jî Sazbend, Baqî, Maqûl di herikîna romanê de pêrgî xwîneran dibe. Ji devê lehengek jin vegotina bûyeran tiþtek pir mirov di romanan de rastî bê nîn e. Ji vê hêlê ve balkêþ e.
Roman mirov dikare bibêje ku bi tevahî ji vegotinên yek lehengî-Gultenê-pêktê. Ji bilî vê jî ji devê Woolfê hin hevok wekî çîrok di nava romanê de hatiye reþandin, lê mirov dikare bêje ku ev hevokên ji devê Woolfê tê ziman pir tiþtan bi me nade fêhmkirin. Reþandina çîrokek ya di nav romanê de min di romana Edîb Polat ya bi navê “Dûvpiþk Bi Xwe Venade” de dîtibû û bi rastî jî çîrokek bi mijara romanê ve girêdayî û balkêþ û di fêhmkirinê de jî asan dixuya. Bi çîroka pîrejinek Amedê ya li taxek dîrokî ku li ber kuçik rûniþtî û bê haya wê ji dûvpiþka kêleka wê hebe ji neviya xwe re çîrokek digot, çîroka bi teþîrêsiyê û dûvpîþkê hûnandî peyamek dida xwîner, lê di vê romana ku em li ser þîroveyan dikin-Perde-de hinek zor û zehmetiyê bi me dide kiþandin ku ka gelo Woolfê çi peyamê dide me!
Sê jinên wisa dixuye ku bi karê dikandariyê re mijûl in û bi firotina peqlawe û qedayîfê debara xwe dikin û di demek kin de dibin xwedî gelek sermiyanî di beþek romanê de serwer e. Gulperî û vebêja romanê Gulten bûyerên rojane dijîn li rojnivîskên xwe dinivisîn in. Lê mixabin piþtî demek ji ber nakokiyên sivik Gulperî û Gulnaz ji Gultenê vediqetin û nivîskar qet behs nake ku ew bi ku ve çûn û çi bi serê wan de hat. Berî ji hev veqetîna wan ew dengbêjek kal ku di êvareke dereng de di sikakê de bêxwedî maye dibînin û tînin di mala xwe de bi cî dikin.
Di romanê de bi qisedanên dengbêjê kal re mirov têdigihîje ku dengbêjî çawa ji holê radibe: “Ma li vî bajarî di nav sikakê de, qîrreqîrra dengbêjekî dikare hukum li ciwanan bike?” (r-21), pê re jî dengbêj çawa ji hêla hevjîn û zarokên xwe ve bê qedr û qîmet tê hîþtin: “Ez ketime çi halî, hêj ji min hez dikin, qedirê min digirin, (ji bo qîzan dibêje-M.O.) Ên qedr û qîmetê didin min ne zaroyên min û ne jî jina min e ...(r-25)
Lehengên romanê de Gulperî piçek sîyasî dixwiye lê tevî ku pir zilm ditiye jî Gulten nola ku dûrî sîyaset û nêzî huner û tembûrê be dixwiye.
Nivîskar bi alîkariya rojnivîska vebêjer Gultenê ve xwe dispêre rabirdûyê, zilm û zora ku di kesayetiya bavê Gultenê de li civakê hatiye kirin kifþ dike. Bûyerek ku bi girtina bavê Gultenê bi dawî dibe û hevalê bavê wê jî lê bandorê dike qet ji bîrê naçe. Ev bûyera ku li gund bandorek pir neyênî li jiyana wê kiriye, di rojnivîska wê de wiha tê vegotin:Ê kincê wî di rengê ax’ê de, çaydank û kevirên kuçik, tevî êgir, bi pehînan ji hev dêrdixan kir.Bi hêrs ber bi min hat...(r-27). Piþtî bûyera di zaroktiya wê de qewimîye ku hevalê bavê wê jî di nav de ye êdî ji bîrê naçe. Bi vê bûyerê re hevalê bavê wê di dilê wê de bi cî dibe.Gulten jî nizane ka ev rewþ ji hezkirinê yan ji heyranbûnekê der bûye û piþtî jiyana xwe ya li Amedê li pey wî diçe Stembolê...
Piþtî Gulten li Stembolê bi pismamê xwe re di pirtûkxaneyekê de pêrgî Sazbend tê û hev dinasin bi gotina ji devê pismam ku dibêje :Ev Sazbend e, ew jî ji sifreya saziyê dixwe!...(r-42). Bi vê hevokê jî diyar e ku rexneyek sergirtî li hin kesên ku di saziyên kurdî de bêyî heq bikin hin deskeftiyan li gor berjewndiyên xwe bikartînin.
Dema ku gera Gultenê ya li Stembolê berdewam e, têkiliyên wê bi Sazbend re geþ dibe û meyla wê ya li ser hunerê wê tan dide ku bi Sazbend re here kursa tembûrê, bi vê re di navbera wê û Sazbend de hestiyariyek jî xwe dide der. Ev hestiyariya wan bi lûtkeya pevþabûnê diqede.
Romanûs di kêliyên vê hestiyariyê de bi me dide zanîn ku Sazbend ji ber ku di saziyek kurd de dixebite di hêla hestyariyê de ne azad e.Vê rewþê em ji hevokên Sazbend ên xemgîn fêm bikin çêtir e: Evîn û evîndarî ji bo me qedexe ye?, ...ez ji niha de bi xem im; heke haya hevalên min jê çêbibe wê di cî de min biqewirînin.(r-60)
Romanûs baþ dide nasîn ku di nav saziyên kurdan de têkilîyên jin û mêran, an keç û xortan xwedî rêpîvanên pêvajoyek dijwar e.Têkilî tenê ji bo pêþde birina tekoþînê ye.Ew(nivîskar) sînorkirina têkiliyên girêdayî evîn û evîndariyê wek sancûyên jiyanek xweþ a pêþerojê dibîne,lê gumana ev rewþ piþtî tekoþîna bi serfirazîyan jî dê bidome xwe dide der.
Gultena ku li pey þopa hevalê bavê xwe bû, li Stembolê piþtî Sazbend îcar bi alikariya înternetê rastî þopa Baqî-hevalê bavê xwe-tê.Bi saya înternetê Gulten bêyî nasnama xwe ya rastîn aþkera bike, xwe bi Baqî dide naskirin,wî ji Germanyayê ji bo jivanek îkna dike ku ew were Stembolê. Welhasil Baqî li Stembolê li hemberî wê ye. Baqî bi qasî sal derbas kiriye jî, ji bo xwe nola ku tiþtek nekiribe,tenê ji bo kesên din tiþt kiribe li hember Gultenê dixuye, ji ber vê rewþa qet neguheriye Gulten rexneyek tûj li Baqî digire û dibêje: “…te bi salan tekoþîn ji bo tiþtan daye, lê ji bo xwe te tu tiþtek nekiriye, tu rebenek î ,ka li halê xwe binihêre… Ji Germany bi rê ketî hatî ,nikarî du gotinan bikî, reben!(r-81)
Di vir de rastiyek heye ku têkoþerên kurd bi qasî ku pewîstî pê heye giringiyê nadin terxandina demê ya ji bo xwe û malbatên xwe.Di honaka romanê de romanûs dide xuyanî ku bûyer û qewimînên zaroktiyê çawa bandorê li jiyana mirovan ya pêþerojê dike û di kesayetiya mirovan de birînan vedike. Ev rewþ di dema Gulten û hevalê bavê wê hev dinasin, pevþabûn di nav wan de çêdibe, di wê kêliyê de ku Gulten dixwaze heyfa bavê xwe ji Baqî bistîne û di pêvþabûne de jî hevsar- serwerî di dest Gultenê de yî û Baqî nola xulamekî bikartîne de dixuye...Di vê derbarê de Gulten wiha dibêje:Min ew ranedimûsa.Di þadimaniyê de min miemeleya koleyekî bi wî dida kirin, ev li xweþiya min diçû! ...ji zewqa cinsî wedetir hesta heyfhilanînê ez dîn û har dikirim.Tiþta êdî min bi wî bikira nemabû!(r-81)
Di vir de nakokiyek derdikeve pêþberî me, ew jî ji dema xebatên sîyasî yên bavê Gultenê û Baqî destpê dike, ji ber ku wê demê li gund Baqî piçek çalak dixuya û li bavê Gultenê hukum dikir vê rewþê di kesayetiya Gultenê ya zaroktiyê de bi hestên tolhildanî cih girtiye, loma bi çavek neyênî li Baqî dinihêre û dixwaze heyfa wê demê bistîne. Heta vir pirsgirêk tune ye.Lê gelo Gulten bi tevî ku bi çavê xwe dîtibû ku hinekên kincên wan di rengê axê de(!) çaydank û kuçikên wan tevî axê tevlihev kiribû, bavê wê girtibû û bûbûn sedema di girtîgehê de bi salan mayînê û piþtî berdanê bi qasî du-sê mehan jî mirina wî, gelo çima qet bi hîsek heyfgirtinê an hêrsek wek hesabê wê rewþa kambax bipirse, tevnegeriyabû!
Di hûnandina romanê de mirov pêrgî qewimînên salê 90î ku liAmedê bi navê kiryarên wan nedîyar jî tê.Di vê derbarê de çend gotinên ji devê Gultenê der dibe mirov baþ têdihihêje:Li vegerê ez li nîvê sikakê bûm,dengekî cûda bi ber guhên min ket.Di sikakê de, bi deng re kesek li erdê ket.Bi matmayîn min li zilamê li erdê ket nihêrî.Piþtî halê þoqbûnê,ber bi zilêm ve meþiyam.Zilêm ji çantê xwe kaxizekê derxist,bi halê birîndar hewl dida ku kaxizê biþewitîne.Heste vêxist. Agir bi kaxizê ket.Zilam mir…(r-93)
Di herikîna romanê de ku me behsa dengbêjê kal kiribû bêyî ku em bizanibin ew kî bû ji niþka ve dimire, ev rewþ divê piçek bihata ronîkirin.
Dîsa roman ji hêlek ve jî wek bêhnek xweþ ya erotîzmê belav bike dixwiye.Di vê hêlê de romana nivîskar Mîr Qasimlo ya bi navê Giyanên Bahozî jî serkeftî dikare were hesibandin, lê di “Perde” ya Cîhan Roj de ev beþa ku bêhna erotîzmê jê tê mixabin ji hêla kesên cûda ve di serê Gultenê de tê teqandin û bi gotina di romanê de der dibe ne tenê tilîyên yekî, tilîyên gelek kesan bi levên canê jinanî ya Gultenê xwe paqij dikin! Nivîskar nola ku bixwaze Gulten qet ji nav nivînên hinan dernekeve. Di herka romanê de di rêza yekem de Sazbend, dûre Baqî,ew jî têrê nake îcar jî bi qirixekî Amedî yê ku navê wî Maqûl e û ji mêraniyê ketiye ve dike nav nivînê hevþabûnê.Ev jî têrê nake bi Îsmaîl re ku xwediyê otêlê ye vî karî dide kirin. Herî dawî hinek hêzên kûr û tarî jî Gultenê direvînin û tecawizê pêktînin. Tevî hemû neyêniyên di vê beþê de jî di jiyana rojane ya mirovan de dibe ku her tiþt jî biqewime, lê wer dixwîye ku ev dîmen li Gultenê piçek bi zorî hatiye barkirin.
Tiþtek balkêþ jî, di herdû romanan de jî lehengek bi heman navî û bi heman pîþeyî li pêþberî me ye. Lê bi ciyawaziyek: Di romana Gîtara Bê Têl de serleheng û her dem çalak, di romana Perde de tenê di çend rûpelên dawîyê de çalak e.Navê wî jî doktor Þadî ye!
Dîsa di romanê de tiþta ku bala min kiþand tevî ku tê zanîn di kurdî de peyvên bi þedde-xwe dubarekirina tîpan-nîn e jî bi dehan peyv bi vî rengî hatiye nivîsîn, wek mînak:Þerr,porr, kenn, kinnik, gulle, benderruh, birrebirr, kurrkurrk, qurrçomirrço û yên din…Ji bo vê rêpîvanê jêderk:Waneyên Rêzimanê Kurmancî Samî Tan,rûpel-18
Wek hevokên dawîyê dixwazim bibêjim ev herdu romanên Cîhan Roj bi kedeke mezin û bi zimaneke fesîh û sade hatiye nivîsin û divê mirovên hêj ev roman nexwendine qet di dudilîye de nemînin û di demek kin de bixwînin û jê; çêja evînê jî, jana zilmkar bi me dide jiyandin jî bibînin û bîra hiþê xwe qewîn bikin.
Bi hêviya ku ew perdeyên rengqehweyî yên ku di kesayetiya lehenga romanê de, di navbera civaka me ya reþgirêdayî û jiyanek zindî, asofireh de hatiye kiþandin,rojek bê rakirin û hemû reng û dengên xweþ bi me bide xuyakirin û jiyandin…
firatt_muratt@hotmail.com
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
-