Diyarname
Nivîskarê navdar Yildirim Turker ku zêdetir li ser mafên mirovan, li ser kurdan, çepgiran dinivîsî û kesek muxalif bû îro dest ji qunciknivîskariya di rojnameya Radîkalê de berdan.
Nivîsa Yildirim Turker a ku îro divê di rojnameyê de bihata weşandin nehat weşandin. Turker ji bo malpera Bianetê axivî û wisag ot: "Duh êvarê ez û Gerînendeyê Weşanê yê Radikalê Eyup Can em axivîn. Li ser nivîsa min a îro me li hev nekir."
Turken got ku hê nediyar e ji niha û pêde dê li ku derê binivîse.
Wekî notek: Piştî ku Eyup Can hat ser kar li nav Radîkalê gelek tevlihevî çêbû û heta niha gelek qunciknivîskaran dest ji rojnameyê berda.