REQA
Şêx Murşîd Meşûq Xiznewî li Mizgefta Mune ya li başûrê Reqayê bi oldar û rûspiyên kantona Reqayê re civiya.
Mela, olderên kantona Reqa û Tebqayê, endamên saziyên olî yên her du kantonan û endamên Meclisa Al El Beyt di civînê de hazir bûn.
Xiznewî bi hûrgulî behsa pergala rejîma Esed a 45 salan kir û ketina vê rejîmê li her kesî pîroz kir.
Xiznewî ji belavbûna tevliheviyê û fitneyê hişyar da û got divê tevahî pêkhateyên herêmê cihê xwe di rêveberiyê û desthilatê de bigirin û dawiya her pergaleke yekalî binkeftin e.
Xiznewî bang li oldar û melayan kir ku di nava civakê de hişmendiya rast belav bikin, xwedî li Rêveberiya Xweser û QSD`ê derkevin û diyar kir ku encamên fitneyê gelek xirab in û divê her kes bi kûrahî li siberoja welêt bifikire. (ANHA)
