Diyarname
Heta niha tîma fûtbolê ya Farqînê tune bû, bi pêşengiya Şaredariya Farqînê êdî tîmeke wan a fûtbolê jî heye ku navê wê "Silvan Belediyespor" e.
Hevşaredarên Farqînê Kadri Esen û Sevim Biçici bi daxuyaniyeke avakirina Silvan Belediyesporê ragihandin û got, "Em sporê wekî amrazek dibînin ji bo derxistina potansiyela ciwanên xwe. Bi Silvan Belediyespor, em ê ne tenê derfeta sporê bidin ciwanên xwe, di heman demê de em ê wan di nav civakê de kom bikin û girêdanên wan ên civakî xurt bikin."
Her wiha hat destnîşankirin ku spor ne tenê ji bo tenduristiya fîzîkî, lê di heman demê de ji bo berxwedana derûnî û xebata tîmî jî xwedî girîngiyeke krîtîk e.