Diyarname
Roja 24'ê mehê endamên komeleya kurdî, mamosteyên zimanê kurdî û nivîskar hatibûn binçavkirin. PEN'a Navneteweyî ev binçavkirin şermezar kir.
Polîsan bi ser MED-DER, ANKA û Payîz Pirtûkê de girtibû û 29 kes hatibûn binçavkirin. PENA'a Navneteweyî li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "PEN International vê zordariya dawî ya li ser ziman û çanda kurdî ya ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve şermezar dike. Wekî ku di belgeya rêxistinê de hatiye diyarkirin, di nav de biryarnameya 2022'yan, piraniya dezgehên medyayê yên pro-kurd û bi zimanê kurdî li Tirkiyeyê hatine girtin. Endamê rûmetê yê PENê, nivîskar û hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, digel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê du caran biryar da ku divê bê berdan, hîn jî di girtîgehê de ye. Bi dehan nivîskarên kurd ji ber nivîsên xwe yên ku zimanê kurdî û çandê pêş dixin tên cezakirin, di nav de Yavuz Ekinci, ku ji ber pirtûka xwe ya bi navê "Ruyasu Bolunenler" bi hinceta propagandaya terorê rastî 7 sal û nîv girtîgehê tê. Pêşxistina mafên zimanî stûna navendî ya xebata PEN Internationalê ye. Divê rayedarên Tirkiyeyê destûra vekirina dezgehên medyayê yên bi zimanê kurdî û rêxistinên civaka sivîl bidin û dawî li zordariya berdewam a dengên kurdî û nivîsan bînin."
MAMOSTE DERXISTIN EDLIYEYÊ
Li aliyê din kesên bi çavkirî vê sibê derxistin edliyeyê û dê îfadeyên wan bê girtin.
Ji kesên binçavkirî xwediyê Payîz Pirtukê Cihat Guney pêr, Mustafa Açmaç jî duh piştî îfadeyê hatibû berdan.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Dema binçavkirina mamosteyan hat dirêjkirin
- Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin
- Li Payîz Pirtûkê dest danîn ser 409 pirtûk û 144 kovaran
- Polîsan bi ser Med-Der û Payîz Pirtûkê de girt (Hat nûkirin)