Serokdewletê Kubayê Raul Castro di merasima 59'emîn salvegera Şoreşa Kubayê de axivî û got: "Em bi DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) re, demokrasî, azadiya çapemeniyê û mafên mirovan jî têde dikarin li ser gelek mijaran rûnin biaxivin."
Casrto got kengê bixwazin mase amade ye û wisa dom kir: "Jixwe bi rêya dîplomatîk hate gotin. Ger bixwazin biaxivin emê biaxivin. Em ne koloniyê kesê, qûqlayê kesê ne."
Raul Castro li ser giliyên meaşên xelkê hindik e jî sekinî, da zanîn ku ew meseleyê têdigihê û got: plana aboriya sosyalîst a 5 salan dê di cih de revîze bikin û bixin jiyanê.