logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. 'Ew jina herî xweşik bû'
  5. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
news-details

Sendîka û komeleyên ziman bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

  • Dîrok: 09/09/2024
  • Beş: Nûçe

Amed
Ji bo roja destpêkirina dibistanan komeleyên ku xebatên zimanê kurdî dikin û Egîtîm-Senê li gelek bajaran daxuyanî dan. Wan xwest ku kurdî li her qada jiyanê bibe zimanê fermî. 
Va ne çalakiyên îro:
CIZÎR  
Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek li ber deriyê avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Şaxa Egîtîm-Senê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê her mirovî ye, em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin” û dovîzên “Divê kurdî bibe zimanê fermî” û " Ez kurd im perwerdehiya bi ziman dixwazim" hatin hilgirtin. 
‘JI BO ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ EM Ê TÊBIKOŞIN’
Parlamenter Îrmez di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û wiha got: “Pergala Tirkiyeyê ya ku sed salan didome, li ser faşîzmê hatiye avakirin. Esasê avabûna wê li ser tirkbûyinê bû. Ji bo ku zimanê kurdî tune bikin gelek caran gelê kurd qirkirinê re derbas kirin. Em di sedsala 21'emîn de ne lêbelê hê em bi zimanê dayikê perwerdehiyê nabînin. Ev rûreşiyeke mezine. Li her deverên cîhanê her zarokek, her gelek bi zimanê dayikê perwerdehiyê dibînin. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê li berxwe bidin û ji bo vê jî em ê tekoşîna xwe mezintir bikin."
'BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ’ 
Piştre jî Hevseroka Komeleya a Çand û Ziman a Birca Belek Fatma Gîzleyîcî metna daxuyaniyê xwend. Gizleyîcî, got ku dewletê ji bo ku kurdî tune bike li ser zimanê kurdî her şêwazên qirkirinê ceribandiye û ev tişt anî ziman: “Bangawaziya me ya sereke ya ji bo dewletê ev e; em dibêjin çand û zimanê kurdî ji aliyê dewletê ve di çarçoveyeke teng de nehêlin. Pêşiya çand û zimanê kurdî vekin. Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û hîndekariyê yê duyemîn. Her tişt li ser esasên wekheviyê çareser dibe. Ev jî bi pergalên demokratîk pêkan e."
BANG LI SIYASETMEDAR Û MALBATÊN KURD KIR
Bi domdarî Gizleyîcî bal kişand ser siyaseta kurd û ev bang li siyasetmedarên kurd kir: “Herwiha bangawaziya me ji bo gelê kurd û siyasetmedarên kurd jî ev e; bila siyaseta kurd, kurdî paşguh nekin. Bila kurdî bi kar bînin. Bi vê şêwazê qada xwe ya rewa firehtir bikin. Bila xwedîderketina îdarî û siyasî ya çand û zimanê kurdî êdî bibe peywîra bingehîn a siyaseta kurd. Bangawaziya me ya ji bo malbatên kurd jî ev e; pirsgirêka gelê kurd a herî xemgîn, xwepişaftin e. Xwe ji çand û zimanê xwe dûr nexin. Ziman û çanda me bingeha hiş, bîr û baweriya me ye. Em zimanê xwe di nasandina dinyayê, nasandina çand û dîroka xwe de bi kar tînin. Sînorê zimanê me sînorê cîhana me ye. Em zimanê xwe bikin zimanê axaftina rojane. Pêşketina ziman bi asta xwendin, nivîsandin û axaftina wî ve girêdayî ye. Zimanê kurdî jî dê di nava zimanên cîhanê de cihê xwe yê heq dike bigire.”
AMED 
Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê li avahiya şaxa 2’yan a Amedê têkildarî perwerdehiya bi zimanê zikmakî daxuyanî da. Hevseroka Şaxa 2’yan a Egîtîm Senê Duygu Ozbay daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û got: “Cih nedayîna dîrok û çanda komên etnîk ên din a di mufredatê de, tê wê maneyê ku mafê nasname û pêşketin û parastina xwendekaran ji destê wan hatiye girtin. Ev yek jî rê li ber newekheviya civakê vedike.” 
ENQERE  
Navenda Çand û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) ya li Enqereyê bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Rêveber û endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi zaravayê kirmanckî Gonul Gul û metna bi zaravayê kurmancî jî Emîne Ogûz xwend.
Daxuyanî wiha ye: Li Tirkiyeyê serdema hîndekarî û perwerdehiyê ya 2024-2025’an dîsa wek her sal di bin siya polîtikayên bişavtinê ya hovane de dest pê dike. Ji bo ku zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê perwerde nebînin pergala perwerdehiya Tirkiyê bi hemû teknolojiya xwe li ser esasên politîkayên pişavtin û tunekirina zimanê kurdî  di 9ê îlonê de careke din dest pê dike. Zimanê ku zarokên Kurd li malê hîn dibin û yê li dibîstanê hîn dibin li hev cuda ne. Ji bo vê jî zarok di navbera du zimanan de bê ziman dimînin. 
‘BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ’ 
Li Tirkiyê politikaya bişavtinê bi avakirina Komarê re dest pê dike. Komara Tirkiyê pergala xwe, zimanê xwe û çanda xwe li ser tunekirina zimanên din, li ser înkara komên etnîkî, gel û netewên din, li gorî netewedewletê, ango li gorî yek ziman, yek mîlet û yek çandê, li ser esasên nijadperestiyê ava kiriye. Ji bona wê di dibistanên fermî de jî kar û barên xwe li gorî vê hişmendiyê didin meşandin. 
 Divê pêşiya zimanê Kurdî bi tevahî were vekirin. Em wek ANKA-DER û hemû sazî û dezgehên Kurdîstanî dibêjin bila zimanê Kurdî bibe Zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Perwerdehiya bi Kurdî daxwaza sereke ya gelê Kurd e. Perwerdehiya bi zimanê dayikê pir girîng e. Ji bo Kurdan pîvana welathezî û neteweperweriyê ya sereke axaftina bi Kurdî ye. Ziman di serî de li dibistanan û di hemû sazî û dezgeyên civakî de  neyê bikaranîn ev ziman bi pêş nakeve.”  
Em her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, her kêliyê û li her derê, bi kurdî biaxivin! Bi kurdî binivîsin! Bi kurdî bifikirin! Bi kurdî bijîn! Kurdî hebûn û xwebûna me ye... Bijî zimanê kurdî! Bijî têkoşîna parastin û pêşxistina kurdî!” 
NAVENDA EGÎTÎM SENÊ 
Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) jî li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak di civînê de axivî û bal kişand ser astengî û zextên li ser ziman û çandan û got ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî zîhna zarokan li pêş dixe û ev perwerde dike ku zarok nasnameya xwe bi awayek rêk û pêk bi dest bixin. Irmak bal kişand ser tayînkirina mamosteyên kurdî jî û got ku hejmara mamosteyên kurdî hatine tayînkirin 132 kes û ev hejmar jî têrê nake.
EDENE   
Meclisa Jinan a DEM Partiya Deneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber dibistanekê daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê belavokên daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî û belaş cih digirtin hatin belavkirin. Hevseroka DEM Partiya Edeneyê Hêlîn Kaya daxuyanî da û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir. 
MÊRSÎN   
Li Mêrsînê jî Meclisa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê li ber dibistanekê daxuyanî dan û belavokan belav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî beşdarî daxuyaniyê bû. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş daxuyanî da û destnîşan kir ku ew dixwazin ku perwerdehiya zimanê zikmakî were temînkirin. 
Ji MA'yê hatiye girtin

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Li Rojava 900 hezar xwendekarî dest bi dibistanan kir

- 'Li hemberî zarokên me ev zilm e'

- ‘Dibistana Şemiyê’ dest pê dike

 

Vîdeoyek:
 

Parve Bike

Youtube Me

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

news
  • 11 10 2026

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan

ad

Serodewletê DYA'yê Biden çû Ûkraynayê

ad

Gotinên li ser komkujiya Roboskiyê

ad

PEN'a Kurd xwest Secad Cehan Ferd û Hesen Belede bêne berdan

ad

'Portreya Dawî' û yên din

ad

Tesbîtên ji bo guherînê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname