Diyarname
"Platforma Bipêşxistina Fîlman a Amedê" çalakiyek ku sê rojan wê bidome li Wêjegeh Amedê li dar dixe. Di vê çarçoveyê de wê gotûbêjên li ser sînemayê li dar bikevin, dersên sînemayê û nîqaşa li ser projeyan çêbibe.
Platform wekî projeyeke bi piştgiriya saziyên navneteweyî, ji bo Qad bo Çandê hatiye avakirin û vê projeyê saz dike. Li Amedê derhêner û senarîst Lutfu Îrdem û li Parîsê jî berhemçêker û dîrektora festîvalê Deniz Înceoglu bi hev re bi rê ve dibin.
Bername rojên 7, 8 û 9'ê vê mehê wê li dar bikeve. Derhênerên wekî Ali Kemal Çinar, Ozkan Kuçuk, Salih Demir, Clement Simon, Amelie Barbier, Sibel Elaltunterin, Ceylan Ozgun Özçelik, Kerim Bensalah jî têde gelek kesên eleqedarên sînemayê dê wekî axifger û bi rê ve bir têde cih bigirin.
Gotûbêj, dersen sînemayê, pêşvebikrina projeyên sînemayê bi sernavê wekî "Li ser fîlmê pêşî", "Li sinemaya kurdan temsîliyeta jinan", "Li Amedê derfetên sînemayê", "Bi butçeya biçûk çêkirina fîlman", "Pêşxistina projeyê, "Sazkirina belgefîlman", "Hevkarên navneteweyî" û hwd de bêne sazkirin.
Di dawiya bernameyê de projeyên bi ser ketine dê bêne xelatkirin.