Diyarname
Weşanên Bêjingê vê mehê çar pirtûk bi hev re çap kirin. 3 jê bi çapa yekem, yek jî çapa wê ya duyem e. Ji pirtûkan yek ji wan romana Fewzî Bîlge ye ku bi navê "Pêrew" hatiye çapkirin. Di romana de rexneya modernîzmê û feodalîzmê heye. Pirtûka wergera Alfebeya Sosyalîzmê yî. Ev pirtûka ramanî ku yek ji pirtûkên sereke ya Sosyalîzmê ye ji aliyê Emin Uslu ve hatiye wergerandin.
Ji bilî va pirtûkek helbestan û yek jî çîrok, du pirtûkên din ji Bêjingê derketine. Pirtûka helbestan a Dilbîrîn Dîlo ye ku pirtûka wî ya yekem e. Pirtûk bi navê "Senfonîka" derketiye.
Pirtûka çîrokan jî ya Kadîr Stêrê ye. Pirtûka Kadîr Stêra, bi navê Hespê Şeytên çapa yekem, ji Weşanên Aryenê çap bûbû. Çapa wê ya diduyan jî piştî çend salan vê carê ji Weşanên Bêjingê hate çapkirin.
Weşanên Bêjingê par bi pirtûka Fewzî Bîlge ya helbestan "Xwedêmarî" dest bi weşanê kiribû, paşê pirtûkek zarokan a Mîzgîn Xan "Periya Xwezayî" xebata xwe domandibû. Niha jî bi pirtûkên din li pêşberî xwendevanên xwe ye. Weşanxaneyê malperek jî amade kir ku yên bixwazin dikarin ji ser wir re jî pirtûkan bikirin.
Lînk:


