Heleb
Li bajarê Helebê ku nêzî 600 hezar kurd lê dijîn, pevçûnên dijwar di navbera artêşa rejima Esad û artêşa muxalîf Artêşa Azad a Sûriyeyê de diqewimin. Hat ragihandin ku pevçûn gihîştin taxên kurd lê dijîn û gelek kuştî û birîndar hene. Kurdên li van deran dijîn, berê xwe dane taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê. Kurdê bi navê Muhemed Elî Helawî yê 33 salî yê ji gundê Dodiyan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF'ê yê Helebê, li Helebê, pevçûnên di navbera rejima Esad a piştgirî ji Rûsya û Îranê digire û muxalîfên ku pitşgirî ji welatên Rojava, Tirkiye, Qetar û Erebistana Siûdî digirin de diqewimin. Hat ragihandin ku pevçûnên dijwar gihîştin taxê hejmarek zêde ya kurd lê dijîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejima Esad di şer de tank û helîkopteran bi kar tîne û pevçûn gihîştin wan Heyderiye û Mesakîn Heneno. Hejmarek zêde ya kurdan li van her du cihan dijîn. Hat ragihandin ku gelek kuştî û birîndarên sivîl hene. Hate gotin ku Kurdê bi navê Mihemed Elî Helawî yê 33 salî yê ji gundê Dodiyan jiyana xwe ji dest daye.
Kurdên li van her du Cihan dijîn berê xwe dan taxên wekî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên ku piraniya şêniya wan kurd e.
Heleb piştî Şamê duyemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye û nêzî 600 hezar kurd li Helebê dijîn.
Ji ANF'ê hatiye girtin
**
Nûçeyên eleqedar:
- Li Dêrikê jî rêveberî kete destê kurdan
- Kurdan rêveberiya Efrînê jî bi dest xist
- Kurdan rêveberiya Kobaniyê bi dest xistin
- Hevpeyvînek li ser rewşa kurdên Sûrî