Diyarname
Îro 6 fîlmên me hene, "The Dead Don’t Hurt" ji nav van derdikeve pêş.
Fîlmê bi navê "The Dead Don’t Hurt" (mirov dikare wekî 'Mirî nikarin te biêşînin' wergerîne) li Tirkiyeyê wekî ""Dunyanin Sonuna Dogru" (Ber bi dawiya dinyayê ve) wergerandine û bi vî navî xistine vîzyonê.
Jineke fransiz a kanadayî Vivienne Le Coudy ku jineke serbixwe ye ligel koçberekî danîmarkayî Holger Olsen hevaltiyê dike.
Olsen piştî ji Franciscoyê bar dike, ew bi hev re diçin navçeya bêdeng û aram Elk Flats a Nevadayê. Her du bi hev re li wir dijîn lê Şerê Navxweyî yê DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) dest pê dike. Olsen dixwaze li ser beşdarî Yekbûnê bibe û biçe şer; bi vê biryarê re jiyana wan serobino dibe.
Fîlmê Viggo Mortensen bi rê ve biriye Viggo Mortensen, Vicky Krieps, Solly McLeod û Garret Dillahunt têde dilîzin. The Guardianê bi gotinên "Gelke xurt e, bi hostatî hatiye honandin, balkêş e" pesnê fîlmî dabû. Fîlmî li Festîvala Torontoyê hatibû nîşandayîn.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Alien: Romulus / Derhêner Fede Alvarez
- The Dead Don’t Hurt / Derhêner Viggo Mortensen
- Amir / Derhêner Anastasiia Budakva
- It Ends With Us / Derhêner Justin Baldtoni
- Running Man: Revengers / Derhêner Young Sik Uhm / Anîmasyon
- Son bir tatil / Derhêner Erkan Ozcan


