Diyarname
Li Fransayê Eniya Gel a Nû di hilbijartina giştî de bi ser ketibû, niha navek ji bo serokwezîrî eşkere kir: Lucie Castets
Piştî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron parlemen fes kiribû, roja 30'ê pûşperê, düre ji bo dora duyemîn roja 7'ê tîrmehê hilbijartin li dar ketibû. Di vê hilbijartinê de Eniya Gel a Nû bi ser ketibû.
Ev îtîfaqa çepgir ku ji çar partiyan pêk tê biryar dar ku Lucie Castatsê wekî berendama serokwezîRî eşkere bikin. Îtîfaqê got ku Castats kesek e ku li dijî têkoşîna diziya bacê jîr e, dijî derxistina temenê malnişînî ji bo 64'an derketiye û ji bo parastina mafê gel Têkoşîn daye.
Castats 37 salî ye, ji yek ji dibistanên navdar a fransiz Sciences Po û ENA'y3e mezûn bûye, dîsa li London School of Economics a îngilîz jî xwendiye.