Serwet ORNEK
Roman, cureyek vegotinê ya serdema modern e. Wek her cureyên vegotinê, roman jî xwedî mantiq û pergaleke resen e. Berê her tiştî roman, vegotineke serbixwe ye. Belê têkiliya wê bi destan, çîrok, helbest, şano, dîrok, felsefe, psîkolojî û civaknasiyê ve heye û xwe dispêre van zanîstan. Ji ber ku roman feyz û îlhama xwe ji van çavkaniyan hildigire di nav cureyên vegotinê de cureya herî berfireh û serkeftî ye.
Roman him ji aliyê pêkhateyên xwe yên estetîk him jî ji aliyê karakterên xwe yên civakî ve bi jiyanê ra têkildar e û pêkhateyên xwe ji jiyana rasteqîn digire lê vê rastiyê ji nû ve diafirîne. Ji ber vê yekê du deriyê romanê henê: Yek deriyê edebiyatê ye, yek jî deriyê jiyanê ye. Di eslê xwe de roman sentez û hunandina van her du nirxan e. Roman bi nêrîneke hunerî, jiyana rasteqîn estetîze dike. Jiyan li derveyî me ye û mirî ye, ya ku wê zindî dike huner û edebiyat e.[1]
Pêkhateyên romanê ji yên jiyanê cuda ne. Roman, bi atmosfera xwe ya bêhempa, bi bandora xwe ya berfireh cîhanên nû ava dike. Di romanê de lîrîzmeke wisa heye ku helbest, çavnebariya wê dike; dîdaktîzmeke wisa heye ku dîrok, hasûdiya wê dike; xwedî têgihiştin û vegotineke wisa ye ku felsefe, xweziya xwe pê tîne. Di warê bandorkirinê de tu cure zanistên civakî, bi qasî romanê bibandor nîne. Ji ber van taybetmendiyên navborî, roman bûye neynika rê û rêbazên felsefî, çandî û siyasî. Mirov dikare di vê neynikê de dîmenên civakî, çandî siyasî yên serdemê bi aweyekî herî zindî bibîne. Ji vê bonê Marks, romanên Balzac wek navnîşana rasteqîn a dîroka fransî dinirxîne û dipejirîne.[2] Roman, bîra serdemê ye, bi awayekî xwezayî kodên hunerî, çandî û siyasî vedihewîne. Yên ku dixwaze civakê binase û ji rihê demê agahdar be, lazim e ku ji van taybetmendiyên romanê sûdê werbigire.
Mijara vê nivîsê romana Helîm Yûsiv a bi navê Gava Ku Masî Tî Dibin e. Her beşeke romanê bi serenaveke metaforîk destpêdike û vebêjerê her beşê cuda ye. Lê vebêjer kî û çi dibe bila bibe, teqez di jiyana Masî de xwedî rolekî ye û şahidê serpêhatyên wî ye. Serenavên her beşê bi aweyeke zanedar hatiye hilbijartin û her yek perçeyeke metafora tîbûnê temam dike.
Min niyet heye ku ez bi taybetî, li ser rewş û bûyerên ku di rûpela yekem û duyem de hatine vegotin rawestim û van peyamên niximandî şirove bikim û binirxînim. Çima rûpela yekem û duyem? Bi ya min nivîskar di van her du rupelan de rewşa welatê bênav bi awayeke metaforîk û bi vegotineke efsûnî û serkeftî li ber çavan radixe. Welatê bênav di nav mij û moraneke nediyar de tê nîşandan û di van her du rupelan de bi awayeke niximandî hin peyamên dîrokî, çandî û siyasî dide. Ez hêvîdarim ku pêyamên niximandî yên di vê romanê de derbasbûyî di çarçoveya taybetiyên romanê de bê analîzkirin him çêja romanê him jî metafora masiyên tîbûyî dê baştir bê fêmkirin.
Roman li welatekî navê wê nediyar dest pê dike lê esasen navê vî welatî bi her aweyî diyar e, her kes dizane ku bahsa kîjan erdnîgariyê têkirin lê binavkirina wê qedexe ye. Ev welatê navê wî qedexekirî di nav mij û moranekî tarî de ye û pêkan e ku her dem tiştek an bûyerek neyînî pêk were. Nediyarî, bi serê xwe tiştekî xirab e, bêhêvîtî ye him derûniya mirovan xirab dike û him jî ji bo paşeroja civakekî azad û asayî asteng e. Jiyan, bi awayeke bêhêvî û nediyar berdewam e û bi surprîzên neyînî dagirtî ye. Ne dahatûya welêt heyê ne jî dahatûya welatiyan. Tiştên di nav vê mij û morana tîr û tarî de diqewimin, tiştên ji aqilan der û neyînî ne û mixabin bi domana demê ra dibin tîştên ji rêzê. Ji ber vê yekê mirovên vî welatê bênav, hestên xwe yên matmayîbûnê ji bîr kirine. Di rewşekî bi vî rengî de tiştên ku di vî welatê bênav de diqewimin, bala kesî nakişîne, her kes di kar û barê jiyana rojane de ye û pirsa “çima”yê di heyamekî bi vî rengî de bêwate ye û tu kes vê pirsê jî nake.
Welatê bênav, welatê mirovên xêrjixwenedîtiyan e.Tenê welat nehatiye perçekirin, welatî jî wek serxetî û binxetî hatine perçekirin. Di vî welatê bênav û sêwî de êş û elemeke wisa heye keviran dihelîne. Jiyana welatiyan, bi taybetî jiyana masiyan/şervanan bi her awayî hatiye dorpêç kirin, tu kes nikare tev bigere. Heta di vê atmosfera awerte de masî avjeniyê ji bîr dikin; desthilatdar ji bo ku koka masiyan were qelandin avê li ser wan dimiçiqînin. Masiyên ku derdikevin derveyî welat û yên tev li refên şervanên azadiyê dibin him ji nexweşiya lalbûnê him jî ji jiyana “kuçikaniyê” difilitin.
Diyar e ku ji bo xweparastina ji vî halê xirab, pêdivî bi hêzeke navendî, bi rêk û pêk û bipergal heye. Bêguman bêpergalî dayîka nediyarî, nakokî, bêxwedîtiyê û xirabiyê ye. Bipergalbûn ji bo jiyaneke bi rêk û pêk têgehek girîng e û meşruiyeta xwe ji hêzekî navendî digire. Civakên nav û dahatûyên wan diyar, civakên bipergal in ango xwedî dewlet in û çê xirab xwedî rêvebiriyekê ne.
Romannûs piştî danasîna welatê bênav, bahsa bela û nexweşiya di wî welatî de pêk hatiye dike. Ev nexweşî, mîna şewbayê li seranserê welat belav dibe û yên ku bi vî nexweşiyê dikevin lal dibin. Mixabin di welatê bêxwedî û bêpergal de nexweşiya lalbûnê belav dibe û kesên ku bi vê nexweşiyê neketine bi tiliyan tên nîşandan. Diyar e ku metafora lalbûnê du pêyamên civakî û siyasî vedihewîne. Yek tirs û bêdengiya li hember neheqiyên desthilatdaran e, yek jî qedexekirina zimanê zikmakî ye. Ev her du tade û neheqî li pêşiya avakirina hişmendiya neteweyî astengên mezin in. Mixabin di rewşeke bi vî rengî de bahsa sedemên vê nexweşiyê kirin jî qedexe ye. Romannus bi awayeke zanedar ji bo vê rewşa welatê bênav û zimanê qedexekirî metefora lalbûnê bi kar tîne û haydar e ku di vî welatê bênav û perçekirî de pirsgirêka herî mezin, qedexekirina perwerdeya zimanê zikmakî ye û ziman nasnameya neteweyî ye. Encama vê qedexekirinê bi gotineke kurt û kurmancî asîmîlasyon e.
Zarokên kurdan di perwerdeya seretayî de di dibistanê serdestan de lal in û bi awayekî negatîf dest bi jiyanê dikin; mezin jî di qada têkilî û danûstandinên fermî yên bi dewletê ra lal in. Ev nexweşî tenê nexweşiyeke laşî nîne, esasen nexweşiyeke derûnî û civakî ye. Mirovên bi zimanê biyanî perwerde dibin di destpêkê de kerr û lal in; him keseyeta wan him jî mêjiyê wan dubanî ye û ev rewş ji bo têgîhiştinê û serkeftinê astengeke mezin e. Çawa ku her gîha li ser koka xwe şîn dibe, pêwist e ku her zarok bi ziman û çanda xwe were perwerdekirin.
Ji bo çareserkirina vê nexweşiyê rêvebir û perpirsyarê civakê kerr û lal in. Kes newêrin serê xwe bi sedemên vê nexweşiyê biêşînin lê hin doktorên wêrek li pê şopa vê nexweşiya bêbav dikevin. Mixabin bi domana demê ra zimanên van doktorên wêrek jî ditevize û ew jî dişibin nexweşên xwe. Bi ya min pêyva “doktorên wêrek”gotineke qalibî ye û ji bo rewşenbîr û rêberên civakê hatiye bikaranîn. Belê di rewşên awerte de hin siyasetmedar û rewşenbîrên wêrek derdikevin holê lê bandora van rêberan bisînor e ji ber civakên ku millet in lê ne dewletin bêpergalî nexweşiyeke mezin e, bandor û hêza takekesan heta cihekî ye. Di welatên bênav de saziyên civakî û siyasî ji aliyê desthilatdaran ve bi her awayî tê dorpêçkirin de ku bêhna muxalifan biçike û ew bisernekevin.
Dema ku doktorên wêrek jî li hember nexweşiya lalbûnê têk diçin û dişibin nexweşê xwe di nav gel de hin xurafeyên bêhêvîtiyê belavtir dibin. Mij û moran û bêhêvîtiya destpêka romanê hatiye vegotin her diçe kûr û tîr dibe û çîrokên belawela di nav gel de belav dibin. “Hin dibêjin ava vî welatî bimîkrob e hin dibêjin hewa û bayê wê jahrkirî ne hinek jî berê xwe didin Xwedê, gazî dikin de ku li wan û li welatê wan bê rahmê û çareyeke ji vê belaya mezin, ji vê jiyana kuçikane ra bibîne.” Ango li hember vê nexweşiya bêderman gel xwe dispêre qederê û hustiyê xwe li ber qedera xwe ditewîne. Ev encam jî ji bo netewên bêpergal encameke ji rêzê ye û bêhêvîtiyê vedihewîne.
Tiştên ku di vî welatê bênav de diqewimin û nexweşiya lalbûnê di destpêkê de bala desthilatdarên heremî nakişîne. Ji ber ku her tişt di kontrola wan de ye tiştên diqewimin ji dûr ve û bi awayekî xemsar temaşe dikin lê kînga ku nexweşî sîrayetî endamên hikumetê dike hawara xwe digihînin dewletên ku di zanîsta tibê de pêş ve çûyî. Ji çar aliyên cîhanê pisporan vedixwînin welatê bênav. Di encama hin tehlîlan de her yek ji wan pêşniyareke cuda pêşkeş dike. Bi ya min pêyamên di van hevokan de niximandî ev e. Di welatê bênav û perçekirî de hetanî astekî her tişt di kontrola desthilatdarên heremî de ye lê dema ku bûyer ji kontrola wan derdikeve pêdivî bi hêzên navneteweyî ên mezintir heye. Pirsgirêka welatê bênav êdî pirsgrekeke heremî nîne, nexweşiya lalbûnê belav bûye û tîr ji kewanê derketiye. Ji ber vê yekê pêdivî bi desthilatdarên mezintir heye. Çimkî welatên pêşveçûyî di heqê nexweşiya lalbûnê/bişaftinê de xwedî tecrube ne û pêşeroja wan jî qirêj û tarî ye. Pêşniyarên mêtinkaran, ji bo civakên di warê hişmendiya neteweyî de qels û perçebûyî dibe sedema tevliheviyên mezintir. Di pêvajoya dîrokê de welatên ku bûne qada lîstêkên mêtinkaran, ji şer û pevçûnên navxweyî xilas nebûne, welatî navling bûne û welat bûyê gola xwînê. Bi rastî jî tiştên ku di vê erdnîgariya bênav de diqewimin bi tevahî dubareya heman tiştî ye. Pêşniyazên hêzên nawneteweyî bi tu awayî nebûye û nabe dermanê lalbûnê/bişaftinê, berevajî vê nexweşiyên çandî û siyasî kûrtir kiriyê û rewşa welatê bênav, bûye mina por û porçikên linavhevketî û mirov nizane dêstê kî/kê di bêrîka kî/kê de ye.
Dema her kes destê xwe ji peydakirina dermanê lalbûnê dişo, mela û şêx ji berê pirtir zorê didin şîroveyên xwe yên dînî û meseleyê bi qeza û qederê ve gire didin. Baweriyeke wisa li cem xelkê çêdibe ku êdî Xwedê lalbûn kiriye para wan û ev mesele heta hetayê dê berdewam bike. Her kes îman pê tîne ku dê rojekî lal bibe. Wek ku hun jî dizanin qeza û qeder xwe spartina tiştên razber e elametê bêsualiyê û bêhêvîtiyê ye.
Agahiyên ku di destpêka romanê de di der heqe şêx û melan de hatine dayîn, parçeyeke ji rastiya welatê bênav e. Desthilatdar, ji bo ku desthilatdariya xwe bimeşînin rê û rêbazên cuda bi kar anîne. Yek ji wan jî biratiya ometê ye. Di vî welatê parçekirî de desthilatdarên her parçeyî ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî û aborî dîn mîna amurekî bişaftinê bi kar anîne. Di encama vê siyasetê de senteza tirk û îslamiyetê, senteza ereb û îslmiyetê û senteza faris û îslamiyetê derketiye holê û demeke dirêj e ev siyaset di vê erdnîgariyê de derbasdar û desthilatdar e.
Di pêvajoya nexweşiya lalbûnê de tiştê nayê fêmkirin û balkêş ev e ku di welatê bênav de hinek lal dibin hinek lal nabin. Ev tê wê maneyê ku di welatê bênav de hin kes li hember nexweşiya lalbûnê/bişaftinê bi her awayî têdikoşin hin kes ji qedera xwe razî ne; lalbûn ji bo wan ne girîng e tu nakokî di navbera wan û serdestên wan de nîne. Ev kesên ji halê xwe razî, hevkarê desthilatdarên xwe û evîndarê kujerên xwe ne. Hin kes jî dema ku derdikevin rêwîtiya penaberiyê û ji sînorê welatê tirsê û bênav derbas dibin, zimanê wan vedibe. Rêwiyên vê rêya nediyar ji ber ku bi hêvî û bendewariya jiyaneke azadtir in ji nexweşiya lalbûnê difilitin lê haya wan ji bayê felekê nîne. Ji ber ku penaberî, dûrketina ji ax û çanda xwemalî, rêyeke nediyar û bistrî ye esasen ew jî cureyeke lalbûnê ye.
Kesên ku di welatê bênav de dimînin, ji dahatûya xwe bêhêvî ne. Nexweşiya lalbûnê di nav gel de visa belav dibe ku her kes ji vê nexweşiyê nesîbê xwe digire. Heta li gor nivîskar nexweşî di astekî wisa de ye ku bi taybetî di van bîst salên dawî de dayîk zarokên xwe lal diwelidînin û welatê bênav ji bo welatiyan bûye mîna girtîgeheke vekirî. Diyar e ku ev hevokana him şiroveya bûyerên ku di van demên nêz de li başûrên welat qewimîne him jî şiroveya îroj ku li rojavayê welêt diqewimin vedihewîne. Ev rewş bi her awayî rewşeke awarte û tarî ye û nexweşiya lalbûnê, ragihandina bi zimanê zikmakî qedexe kiriye û mixabin qedexekirina zimanê zikmakî jî bûye sedema rizandina hin nirxên civakî yên xwemalî û resen. Wek ku hun jî dizanin ragihandin û danûstandina sereke bi axaftinê pêk tê. Lê di vê atmosfera awarte de bi awayekî xwezayî ragihandina bi axaftinê qut bûye û ziman di nav jiyana rojane de vekişiyaye. Ji ber vê sedemê gel ji bo rê û rêbazeke nû ragihandineke din bi dest bixe, ketiye nav lêgerîneke cuda. Di vê rewşa awerte de gel, bi rêya liv û lebitandinên dest, tilî, çav û lingan di nav xwe de zimanekî taybet ava dike lê ev ziman, zimanê bêdengiyê ye û ji çanda gel û hişmendiya neteweyî dûr e.
Li vî welatê bênav zarokên ku diçin dibistan û zanîngehan, di warê xwendin û nivîsandinê de zîrek û biserketî ne lê di nav jiyana rojane de lal in. Mafên wan ên hilbijartinê nîne, desthilatdaran ji bo wan rebenan çi minasib dîtîbe ev derbesdar e. Ev lalkirin bi darê zorê ye û dûrî îlmê pedegojiyê ye û di keseyeta mirov de dibe sedema dubendiyan. Dubendî dinavberêdamayîn e, bêbiryarî ye, tundiya siyasî, çandî û psîkolojîk e, sedema nexweşiyên derûnî ye. Zarokên ku bi zimanê zikmakî nehatine perwerdekirin di vê erdnîgariya bênev de him rastî lêdan û kotekan hatine him jî li gorî nifşên xwe bi gavên derengmayî ketine nav jiyana rojanê. Di vî welatê teng û tarî de her tişt li dijî zanistê ye, nakokî û neyîniyên heyî, mixabin nayên çareserkirin, berevajî vê bi domana demê ra kûrtir dibin û mîna kul û êşên ragirtî û binêm jan didin. Di destpêkê de di welatê bênav de tenê nexweşiya lalbûnê heye lê bêêş e, mixabin di van salên dawî de êş jî bûye hevalbendê lalbûnê, ev êşeke wisa xedar e ku dema xwe berdide bin ziman, wî puç dike. Ango mîna kula xirab bi tevahî li laşê mirov belav dibe. Li gor romannûs, êşa zimanî, eşekê gelemperî ye, ne tenê êşeke laşî ye di heman demê de êşeke çandî û siyasî ye. Welatên ku êşa zimanî dikişînin, welatê êş û keseran in, ji her wesleyên civakê bêhna nexweşiyê tê û li vî welatî bi tu awayî aramî û xweşhalî namîne. [3]
Lêhengê romanê yê sereke Masî, kesayeteke ne ji rêzê ye. Di nav mij û morana ne diyar û awerte de bi hal û tevgerên xwe, ji xwe ra jiyaneke cuda ava dike. Masî mirovekî xwenda û sêwî ye di destpêka jiyana xwe de bawermendekî çê ye û xwe wek mirovekî ji ronahî û nûra Xwedê pêkhatî û pêxamberekî têkçûyî dihesibîne. Esasen navê lêhengê romanê yê rasteqîn “Lawikê Sêwî” ye. Ew jî wek welat û welatiyan bêxweyî ye lê bi keseyeta xwe ya resen ji gel cuda ye. Ji ber jiyan û keseyeta cuda Masî di çavê gel de wek miroveke beredayî û nîvdîn tê qebûlkirin.
Her wiha ev karakterên nîvdîn di romanên Helîm Yûsiv de cîheke girîng digirin û tiştên ku di welatê bênav de gotina wan qedexe ne bi devê van “dînên biaqil” tê vegotin. Çîrok û çîvanokên ji aqilan der di nav gel de belav dibin û Masî bi nîvdîntiyê û bi bûyerên xirab tê tewanbarkirin. Lalbûn li seranserê welatê bênav belev dibe lê Masî bi vê nexweşiyê nakeve. Gel li hember vê rewşê heyîrî dimîne û dixwaze raza vê taybetmendiyê hîn bibe lê Masî êdî tevlî refên şervanên azadiyê bûye û ji bo dahatûyeke azad bi dil û can têdikoşe. Em ji serpêhatiyên Masî yên ku di nav refên şervanan de pêkhatî têdigehijin ku Masi, di navbera evîna Berfînê û welat de dimîne. Di romanê de ev her du evîn bi hev ra dimeşin. Masî dema ku bi awayekî lingjêkirî û hêvîşkestî vedigere mala xwe ya nepen, ev hevok di binhişê wî de olan dibe: “Min dixwast ez van sînoran xirab bikim, wan derbas bikim lê ling çûn û ev sinor man!”
Bêguman jîngeha her candarî cuda ye lê em dizanin ku jîngeha masiyan av e, bahr e. Wê demê masiyên di jîngeha xwe de dîjîn çawa tî dibin? Ev pirs pirseke balkêş e û bersiva wê bes bi nirxandin û nêrîneke mecazî pêkan e. Mirov dikare bi alîkariya hunera teşxîsê metafora tîbûnê di şûna hewcedariyên mirovan de bi kar bîne. Ev metafor, di romana Gava Ku Masî Tî Dibin de bi gelemperî di maneya hin daxwez û hewcedariyên însanî de hatiye bikaranîn. Lêhengê romanê Masî, lêhengekî hîşyar e û di warê civakî û siyasî de bi berpirsyarî tevdigere û dizane ku wek her mirovî ew jî xwedî hin mafên bingehîn e lê welatê ku Masî tê de dijî ne welatekî azad e. Di vî welatî de binpêkirina mafê mirovan tiştekî rojane û ji rêzê ye. Daxweza Masî bidestxistina mafên gerdûnî ye lê mixabin pêkhatina van daxwazan di welatê bênav de ne pêkan e.
Di ronahiya neveroka romana navborî de mirov dikare tîbûna Masî, bi vî awayî bisenifîne: Masî, tiyê welatekî navê wê neqedex ye; tiyê welateke dahatûya wê diyar e; tiyê welatekî her tiştê wî birêkûpêk û bipergal e; tiyê welatekî di nav ewlehiyê de ye; tiyê jiyaneke aram e; tiyê civakeke bi pîvanê aqil tê birêvebirinê ye; tiyê dewleteke bipergal e; tiyê kesayeteke azad e; tiyê zimanê zikmakî ye; tiyê hişmendiya neteweyî ye; tiyê perwerdeya zimanê zikmakî ye; tiyê rêber û pêşengên wêrek e; tiyê jiyaneke sekuler e; tiyê aşitî û yakitiya navxweyî ye; tiyê çiyayên welat e; tiyê evîna Berfînê ye; tiyê rakirina sînorên derewîn e; tiyê azadiyê, wekheviyê û dadmendiyê ye; tiyê felsefe, zanîn, raman û wêjeyê ye; tiyê axaftina bi Bozo ra ye; tiyê dîrokeke ne dubarekirî ye; tiyê wekheviyê û yekitiyê ye; tiyê hînbûnê ye; tiyê malbat û welateke aram e; tiyê dê û bavekî ye; tiyê tevgereke ku xwe sipartiye hêza pênusê ye; tiyê hêviyê ye; tiyê nasnameyeke azad e; tiyê wekheviya jin û mêran e; tiyê bicihanîna wesiyeta rêhevalê Rênas e û tiyê…
[1] Ahmet, Tekin, Roman Sanati, Roman Unsurlari, Otuken Neşriyat, İstanbul – Mart 2016, r 16
[2] Heman berhem, r16
[3] Helîm Yûsiv, Gava Ku Masî Tî Dibin, Pewend, Wan, 2021
**
Nivîseke din a Serwet Ornek a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Awirên wêrek û kenê bi tinaz