Diyarname
Li Kraliyeta Yekbûyî îro hilbijartina giştî hebû. Li gor agahiyên ku tên Partiya Karkeran piraniya dengan bi dest dixe.
Berendamê Partiya Karkeran Keir Starmer bû. Berendamê Partiya Mihafezekar jî Serokwezîrê niha Rishi Sunak bû.
BBC'yê anketên piştî dengdanê belav kirin. Li gor BBC Partiya Karkeran 410 kursiyî bi dest dixe. Di Kamaraya Avamê de ji bo bidestxistina desthilatdariyê pêdivî bi 326 kursiyan heye.
PIŞTÎ 15 SALAN PARTIYA KARKERAN TÊ
Ev encam bi awayê fermî bêne eşkere kirin Serokwezîrê Kraliyeta Yekbûyî û Serokê Partiya Mihafezekar Rewşa Rishi Sunak têk diçe. Ewê desthilatdariyê teslîmê Partiya Karkeran bikin. Ev 15 sal in li Kraliyeta Yekbûyî hikumet di destê Partiya Mihafezekar de bû.
410 KURSÎ, ENCAMEK GELEK SERKETÎ YE
Li Kamaraya Avam ku Parlemena Kraliyeta Yekbûyiyê ye têde 650 kursî hene. Partiya ku 326 kursiyan bi dest bixe bi serê xwe dibe desthilatdar.
BBC dibêje Partiya Karkeran 410 kursî girtine, Partiya Mihafezekar jî 131 kursî girtine.
Di hilbijartina 5 salan berê de Partiya Mihafezekar 365 kursî girtibûn. Partiya Karkeran 203 kursî girtibûn. Tê dîtin ku Partiya Karkeran hejmara mebûsên xwe derxistiye du qatî.