Jiyan Rewşen K.
Beydaba dibêje; Mirovên baqil hînbûna ji dijminê xwe tu caran îhmal nake!
“Ez ê li vî bajarî, li bajarê ku paytextiya Osmaniyan kiriye û hukimdarên ku hukim li Împaratoriya Osmaniyan kiriye jî li vî bajarî, bi çend kîlometreyan wê de li qesrê di odeyên ku berê paceyên wan li deryayê dinihêrin de, biryara qedexeya zimanê min dane. Îcar îro ez neviyê Cizîrî û Xanî me, ez ê li vir li vê paytextê ku ji bo gelekan pîroz lê ji bo min qet ne pîroz e, ez ê bi zimanê Xanî û Cizîrî xeber bidim. Hûn dixwazin vê wekî tolhildanekê, hûn dixwazin wekî serhildanekê û hûn dixwazin wekî helwesteke rewşenbîriyane fêm bikin…qet ne li ser bala min e. Lê dizanim giyanê kalê min Cizîrî û Xanî wê îro şa bin."
Piştî ku min ev gotin di sala 2011’ê de di bernemeyekê de ji nivîskarekî kurd bihîst, bi rastî jî ew gotina Beydaba hate hişê min. Nivîskarê kurd hay jê heye ku derba wî ji ku de ye…
Bele yê ev gotin wisa bi wêrekî kir nivîskarê ‘Dozdeh Çirk’ê bû. Dema ku min lê guhdarî kir, di serî de ez bi xwe jî hinekî şaş mam û pişt re ku pê de çû, min bi şanazî fêm kir ku êdî kesên ku hay ji koka xwe hene û wêrek in jî serî hildane di wêjeya kurdî de. Berî ku li wê axaftinê guhdarî bikim, min her du pirtûkên wî yên çîrokan jî “Ariya Giyanên Stewr” (Weşanên Bajar-2004-Stenbol) û “Dozdeh Çirk” (Weşanên Lîs-2011-Amed) xwendibû. Bi taybetî pirtûka duyem Dozdeh Çirkê bi awayekî beloq û diyar xwe dabû hîskirin ku nivîskar hay ji bindestiya qewmê xwe heye.
Tiştê ku ev nivîs da nivîsandin, piştî ku min bihîst li Zanîngeha Selahaddînê li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, mijara teza qedandina beşê ya vê salê pirtûka wî ya bi navê Dozdeh Çirk e… Ev tê çi wateyê gelo? Çima Sîdar Jîr an jî çima pirtûka wî ya bi navê Dozdeh Çirk? Bi ya min ji ber ku nivîskar, di Dozdeh Çirkê de bi awayekî gelekî hoste vegotineke gelekî xurt bikar aniye. Ev tenê hêlek e. Wekî din jî bêyî ku yekser hişk û ji wêjeyê dûr bikeve û asta wêjeyî daxe jêr gelekî bi hosteyî û ha jê heyî çîrokên welatê xwe nivîsiye. Bi şêwaza ku Jîr bikar aniye heta vêga tu nivîskarê kurd newêrîbûye ango nefikiriye ku binivîse. Ji ber şêwaza ku bi kar aniye wekî çem-çîrok e û her yek bi sere xwe çîrokek e û xwedî wate û dîmenekî ye û wekî din jî hemû bi hev re jî hev wekî çîrokeke dirêj temam dike û dîmeneke xurt li ber çavan radixe. Ev xisûsiyet û xaleke gelekî girîng e. Çîroka herî zehmet e li cîhanê. Lê di yekparebûn û pevigrêdanên di navbera çîrokan de gelekî serkeftî ye nivîskar.
Ji bilî meseleya şêwaza çîrokê jî, di wan çîrokan de gelek remz û sembol bi hostetî hatiye bikar anîn. Vegotineke gelekî xurt di destpêka pirtûkê de jî xwe dide der. Vegotineke ku mirov dikare bibêje ji yên herî xurt ên wêjeya me ya modern e. Çîrok bi çîrok û her wisa pirtûk bi xwe jî têra xwe şidiyayî ye.
Her wisa ji aliyê felsefîk û dîrokî ve jî lehengên di Dozdeh Çirkê de bi taybetî serleheng Gulav û Mîrşa têra xwe kod û mifteyên deriyên qufaltî didin xwendevanan da ku xwe bigihînin hin qonaxan. Jîr, di Dozdeh Çirkê de bêyî ku hişk yekser vebêje, Gulava ku yek ji serlehengan e kiriye welatê xwe û her wisa Mîrşa ku serlehengê din e jî wekî pasvan û şervanê ku wî welatî diparêze û her dem li pey wê yekê ye şayesandiye. Di nava çîrokan de xuya dike ku nivîskar hay ji çanda kurdî heye û meseleya bindestiya welatê xwe wekî destavêtinê şayesandiye û hêjayî gotinê ye ku mirov bibêje nivîskar ev yek jî bi awayekî gelekî şareza di çîroka Pêsîra Çepê û Pistepistê re kiriye. Ev yek bi kod û şîfreyên zor û dijwar dabe jî mirov tê derdixe ku di çîroka “Pêsîra Çepê” de dide hîskirin ku bindestî wekî, destavêtina namûsê ye, destavêtina namûsê jî di nava kurdan de bi destavêtina sîng û ber (ango pêsîr) ên jin an jî keçê dest pê dike û Jîr jî di vir de, pêsîra Gulava lehenga xwe bi kêrê daye birîndarkirin.
Nivîskêr hostetiya xwe ya çîroknûsiyê hinekî jî di çîroka ku navê xwe daye pirtûkê, di çîroka bi navê “Dozdeh Çirk”ê de jî dîmenên serrealîzmê bi awayekî gelekî serkeftî bikar aniye.
Lê bi giştî şêwaz û rêbazên ku di çîrokên xwe de bikar aniye gelekî serkeftî ye. Yek ji wan jî di çîroka “Ez û Em” de ku çîrokeke monologî di çêj û serkeftina diyalogeke gewre de bi awayekî bêhempa honandiye. Şibandinên nivêskêr ên di çîrokan de jî balkêş in.
Wekî ku li jor jî hate zimên, nivîskêr xwestiye rewşa welatê xwe di ser Gulavê re bide. Û çi balkêş e (ez ne bawer im ku bêhemd ango tesaduf e) di pirtûkê de çar lehengên jin hene. Her wisa her yek parçeyekî welatê kurdan temsîl dike; Gulav, Avsar, Avîn û Zîngul. Lê ya ku herî zêde li ber xwe dide û bûye serleheng Gulav e. Eşkere xuya ye ku Gulav bakurê welatekî ye. Lê dîsa bi heman balkêşiyê her sê keçen din ên hevalbendên Gulavê di qezayekê de dimirin an jî têne jibîrkirin. Ango bi gotina nivîskêr; Memên wan Zînên xwe ji bîr dikin… di taliyê tê fêmkirin ku Sîdar Jîr bi xurtî peyameke civakî û neteweyî jî dide ku ew jî ev e; barê herî giran dimîne li ser milê Gulav û Mîrşa. Gulav welatek e, axek e û Mîrşa jî evîndar û şervanek e ji bo wê axê. Û nivîskêr gelekî şarezayî ew ax û evîndarê wê li heva banandiye.
Di teza ku li ser Dozdeh Çirk’ê hatiye amadekirin de nivîskarê kurd nêzîkî Anton Çexovê ûris hatiye dîtin. Bi ya min di vir de belkî di hin waran de wekî şêwaz û hin tiştin biçûk rastî hebe, lê ew bêhtir nêzîkî xwe û giyanê Xanî ye.
Wekî gotina dawî mirov dikare ji bo Dozdeh Çirkê digel kêmasiyên redaksiyon û edîtoriyê jî bibêje yek ji berhemên kurdî (bi giştî ji bo bakur) berhemeke komplîtan serketî û hêjayî xwendinê û pîrozkirinê ye. Ji bo vê yekê jî spasiya nivîskarê xoşewîst dikim û wî bi vê nivîsê careke din pîroz dikim. Baş e ku Dozdeh Çirk, çirk bi çirk me diêşîne û baş e ku asoyeke din e çîrokên Sîdar Jîr û teqlek daye çîroka kurmancî.
jiyanuweje@hotmail.com
***
Nivîsên eleqedar: