___Zekî AKDAG___
Romana bi navê ''Bor'' ji aliyê Çidem BARAN'ê ve di sala 2024'an de ji weşanxaneya Zîz'ê li Amedê der çûye. Edîtoriya wê ji aliyê Şêxo FÎLÎK ve hatiye kirin. Roman ji heft beşan pêk tê, ew her beşek jî wekî borek hatiye binavkirin. Ji bo mînakê; BOR’a yekemîn... BOR’a heftemîn.
Gava mirov li borên berhemê dinihêre dibîne ku belkî navê heft bor ji heft qatên asîmanan hatibe, yan jî avakirina dinyayê ya ji heft rojan hatibe. Helbet ev raste rast di berhemê de eşkere nîn e, lê babeta giştî ya berhemê vê ramanê tîne bîra mirov.
Bor di berhemê de remzeke gelek girîng û sereke ye ku di nava xwe de gelek remz û wateyên din ên kûr û cur bi cur dihewîne. Her bor êşeke giran li dû xwe dihêle. Xuya ye lehenga bi navê Peng ji vê êşê giliyan nake lê barekî pir giran li ser xwe hîs dike. Ev bar carinan peywirek e di civakê de. Her wiha tê fehmkirin ku dûrketinek heye li dijî hiş, jiyan û kultûra civaka serdest. Ango Peng bi hiş, derhiş û serhişê xwe li dijî hemû rastiyên civakê serî hildide. Barê wê giran e, pir diêşê lê ji halê xwe razî ye. Axaftina hiş wekî derveyî dem û cihê ku lê dijî ye, carinan jî ku ne derveyî wê be jî li dijî wê ye. Bi awayekî din mirov dikare bibêje, bi gotinine razber jiyana berbiçav hatiye rexnekirin û vegotin an jî hûr hûrî kirin. Bê şik û guman razberiyeke giran li seranserê romanê ligel xwendevanan digere.
Mijareke sereke ya din ya berhemê jî zayend e. Bi taybetî jî li dijî ramana zayendê ya di hişê civakê de derketiye. Ji lewre nakokî û astengiyeke civakê ya mezin zayend e. Diyar e ku leheng ji ramana civakê ya zayêndê ne razî ye. Carinan nivîskar pêşdatir diçe û bi tevahî li dijî zayêndê derdikeve. Ji bo mînakê; ''Ji cinsiyeta biyolojîk û ji ya civakî filitîbû. Ew êdî xwedî bedeneke bêorgan bû.'' Mirov bi awayekî din dikare bibêje, hewlek heye ku leheng dixwaze yekcar ji aliyê derûnî û biyolojîk ve kirasê zayendê li xwe dayne.
Lêgerîneke kûr û dirêj yek ji hêmana herî sereke ya berhemê ye. Leheng li pey pirsan diçe, gelek pirsên navxweyî û dawiyê jî bersivên navxweyî. Dibe mirov dikare bibêje ku berhem ji romaneke wêdetir xweaxaftinek e. Di nava hemî axaftin û bersivan de her borek wekî bêjinga jiyanê derdikeve pêşiya mirov. Borên demê pir girîng in. ''Borên zemên bi min re tune bin ez ê çi xweliyê serê xwe û heft bavên xwe dakim?'' Her wiha belkî bor derbasbûna ji jiyan, cih û dema standart ber bi yên ne standart ve be. Belkî jî serî rakirinek, bixwehesînek be. Ligel bixwehesînê bi demê dihese, bi cih û mekan dihese yan jî di hebûnê de bi çavekî rasteqînî li azadî, felsefe û derûniyê dihese.
Di xweaxaftinên berhemê de çîroka Adem, Hawa û Nuh cihekî taybet digirin. Ji lewre, hem ji bo destpêka hebûna mirovan, hem jî xwarina sêva qedexe wekî remzên girîng hatina şixulandin. Jixwe destpêk hertim di berhemê de girîng e, ya din jî gava mirov bi vîna xwe ya azad sêvê dixwe hebûna xwe dide qebûlkirin. Ango xwarina sêvê ya ji aliyê Hawayê ve wekî azadî, hebûn û bi kar anîna aqilê xwe yê serbixwe hatiye nimandin.
Dîsa ''dê'' di berhemê de cihekî gelek taybet, belkî jî cihê herî taybet digire. Carinan hingî zêde bi bandor hatiye bikaranîn ku mirov dibêje qey berhemê bingeha ramana afirandinê ji dê yan jî mêbûnê standiye. ''Destpêka Pengê jî, nîvê Pengê jî, dawiya Pengê jî dê be. Ew ziman be, ziman zeman be, zeman ew be.'' Di meseleya dê de bi ya min razberî û şênberî tevlîhev dibe. Nivîskêr dê hem wekî metafor, hem jî wekî dêya ku dêya mirov e bi kar aniye. Jê xuya jî dibe, di hêmanên jiyanê yên herî girîng de dê derdikeve pêşiya mirov. Hebûn û tunebûna wê cudahiyeke gelek mezin di jiyana mirovan de çê dike. ''Piştî mirina dê, her hebûn û tunebûn û heqîqet kundirekî vala yî bihurî bû; boreke bihurî yî pûç bû û ne hêjayî dîsa tê re derbasbûnê bû. Piştî tunebûna dê bor giş ji navên xwe ketibûn. Tu bor ne hêjayî hêvîtijekirinê bûn û tu sibeh êdî piştî mirina dê ne hêjayî rabûnê bûn.'' Jixwe tê fehmkirin, piştî dê jiyan hemû tehma xwe winda dike û arezûya gera di şopa rasteqîniyê de namîne, her tişt wateya xwe winda dike.
Di berhemê de gelek peyv û gotinên teşeyî yan jî hevokên bi bandor yên wek; de qey xweda ne di gustîlka mirov de bû, kesî nizanîbûya bê bezê guhê te ji ku ye, bilûra wan ji hev re êdî deng nedida, kirasguherîn, zemanê borî giş di borên serî de wekî gerînekan digeriya, te tu tenûr nehiştine ku nanekî xwe pê ve bidî, tu car nebûm serê biskê, ji her kesî re jîjogir ji xwe re kîsogir in, heftê werîsên şimakirî, heft kulavên koçerî, hîn jî bêrek berdestî me ne ji dinyayê re ne ji axiretê re me, jiyan kêliyên mirinê ne, diz ji malê bin cot betal e hatine bikaranîn. Ji van hinek jê biwêj, hinek gotinên pêşiyan, hinek gotinên teşegirtî ne. Bêşik gava mirov di xwendina berhemê de rastî van gotinan tê, tehm û ekileke cuda jê digire û ev gotin di hişê mirov de li cihekî xwe nadin jibîrkirin tên spartin.
Herçiqas min li jor qala fêmkirinên xwe yên ji aliyê wateyê ve erênî kiribe jî, hin kêmasî hebûn ku diviya min qalê bikira. Hin caran axaftin, yan jî xweaxaftin raste rast in û carinan jî ji estetîzebûnê dûr in, çors in. Wekî wê xwendevan carinan fikr û ramanine gelek ciwan bi peyv û hevokine ne estetîk û ne edebî dixwîne yan jî carinan xwendevan zehmetiyê dibîne ku nivîsarê bi awayekî herikbar bixwîne, di hin hevokan de mirov dialiqe û rewangî nîn e. Hin caran jî gelek mînakên wekî hev pir zêde li dû hev hatine rêzkirin û carinan jî wateya hin hevokan zelal nîn e. Ji bo mînakê; ''Tê bêjî qey wan gavan hiş diket quzê heft keran, ...telefonk melefonkan, televzonk melevzonkan..., doxtorê ku tira qûnê naçe bajarekî, tira qûna wan a mezin, te xwe giş ji xwe xeyîdandine, bi kê ji we re li war û wargehên nû bigerim, tu hêz mêz nediket tu destan, zanîn quzê kerê ye, mêrbûn ne bi kîr hebûnê bû, kîrê kerê min jî şeş bost û nîv in, wate ye her tiş û her netişt, ...ji şîfreyên hesabk û mesabkan ji deynê banqe û manqeyan..., ...tim ya di hişê xwe de dixwast bidîta bidiya, pirtûk mirtûkên te wênek mênekên te..., ez dêya te bavê te xwişk û birayên te cîranên te zarokatiya te û dewlet û sazî rêxistinên welatê ku tu lê dijî û najî..., sibeh û êvar çêbûn û mirin xwendin û nivîsîn biçûkbûn û mezinbûn rabûn û ketin..., weke kerên bi lingên paş ve girêdayî ehmeqek bêtotikek bêaqilek xwelîserek guhê gund..., bê serî û bê birhan bê xwedî û bê xwedan bê av û bê bira bê dê û bê weled bê erd û bê ziman bê bor û bê zeman bê nirx û bê ehlaq bê xwe û bê xwe biçûya û hwd.
Gava mirov bala xwe didê dibîne ku, ji aliyê rastnivîs û rêzimanê de şixulekî pir xweş li ser berhemê hatiye kirin. Pir hindik kêmasiyên rêzimanî, rastnivîsî dihatin dîtin. Lê ji aliyê mantiqê ve jî bi ya min ev çend hevokên li jêr bi matiqa kurdî nîn in, ji mantiqa zimanê tirkî hatine wergirtin; boşberdana zemên, çawa li hesabê te tê wilo bike, navend ew û her tişt li dora wê dizîvirî, bi fêrbûna salan, çavên xwe li wan gerandin, her ku çav li wan digerang.


