Diyarname
Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 30'ê avrêla 2024'an hatibû qebûlkirin. Li nav tora civakî de jî piranî wekî "Navê Kobanî hatiye betalkirin" hat nîqaşkirin. Lê ji encamê diyar e ku rewş ne wisa ye.
Li gorî qanûnê, Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê herêm ji 7 kantonan, 6 bajarên mezin, 40 bajar û 141 bajarokan pêk dihat, lê roja 10'ê gulanê rêveberî carek din civiya û hejmara bajaran ji 40'î derrxist 45'an, kanton û bajarên mezin dest nedan.
Li gor zagonê rewş ev e:
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 kantonan pêk tê. Kanton ev in: Cizîr, Dêrazor, Reqa, Firat, Minbic, Efrîn û Şehbayê, Tebqa. Her yek ji bajar û bajarokan li gorî daneyên li jêr pêk tê:
1-Kantona Cizîrê:
Kantona Cizîrê ji van yekîneyên îdarî pêk tê:
a-Bajarên mezin: Hesekê û Qamişlo
b-Bajar: Serêkaniyê (Ras El Ên-Rîş Îno), Şedad, Amûdê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê (Qehtaniye -Qibûr Heyûriye), Çilaxa (Hewadiye), Gerkê Legê (Mabed), Dêrik (Malikiye), Til Koçer (Yarûbiye), Til Hemîs, Til Birak, Hol, Til Temir, Zirgan (Ebû Rasên), Mergede û Erîşe.
c-Bajarok: Til Tawîl, Tiweyne, Til Bêder, Redşeqra, Mexrûm, Um Medfe, Til Mecdel, Tenûriye, Girbawî, Til Helef, Mebrûke, Elok, Minacîr, Sefih, Medan, Ebdan, Ebû Fas, Herîrî, Cager Bazar, Tiwîz, Tobo, Sinceq Sadûn, Ebû Feri, Hilwe, Til Marûf, Maşûq, Abra, Kîşke, Mistafawiye, Xana Serî, Robarya, Eyn Dîwar, Girê Fatî, Xirbet El Bîr, Til Ehmed, Ukaz, Ebû Cirin, Ceza, Xet Rîwan, Sîmhan rojava, Til Ehmedî, Esîbix, El Fedxemî (xeta rojhilat), Til El Cayir, Um Huceyre, El Hedadiye, El Xera, Qibûr El Qeracne, Qirmanî, Til Kerem; Xenamiye, Sikîr û Til Emîr.
2-Kantona Dêrazorê:
Kantona Dêrazorê ji yekîneyên îdarî yên li jêr pêk tê:
a-Bajar: Kesra, Cezrat, Besîra, Sewr, Hecîn. Bajarê Firat: Ebû Hemam, Keşkiye, Xeranîc. Bajarê El Şihîl: Şihîl, Zubyan. Bajarê Sûse: Şafa û Sûse.
Bajarok: El Sewa, Hermûşiye, Bisêtîn, Herîciye, Sebha, Ebû Xeşeb, Cirwan, Muweylih, Cenîne, El Keber, Hewayc Ziyab, Hewayc Bû Masa, Mihêmîde, El Husan, El Ezbe, Miîzîle, Ceîd Igêdat, Derenc, El Tabane, Ebû Hesen, Siwêdan, Baxoz.
3-Kantona Reqayê:
a-Bajarê mezin: Reqa.
b-bajar: Kerame û Hezîme.
c-Bajarok: El Ikêrşî, Retla, Sehlebiye, Gidêran, Reqa El Semra, El Qehtaniye, El Cedîdet, El Galta, Tişrîn û Mezari El Reşîd, El Hemrat, El Kesrat û El Hos.
4-Kantona Firatê:
a-Bajarê mezin: Kobanî.
b-Bajar: Sirîn, Qenaya, Eyn Îsa, Girê Spî û Çelebiye.
c-Bajarok: Şêran, Qadiriye, Til Xezal, Remale, Bînder, Taşlûk, Cirin, Hîşe, Silûk, Belek, Hemam Tirkmen, Elî Baciliye, Şirke, Zêdî, Ebû Xerze û El Şêx Hesen.
5-Kantona Minbicê:
a-Bajarê mezin: Minbic.
b-bajar: Ebû Qelqel û El Muhterêq.
c-Bajarok: Heye, Farat, Til Hozan, Bastlî û Erîme.
6-Kantona Efrîn û Şehbayê:
a-Bajarê mezin: Efrîn.
b-Bajar: Reco, Cindirês, Mabeta, Şiyê, Şera, Til Rifet, Bab, Cerablus û Ezaz.
c-Bajarok: Şêrawa, Meydankê, Meydana, Bilbilê, Ehrezê, Fafîn, Ehdas, Soran, Mari, Exterîn, Dodiyan, Keferxan, Til Betal rojhilat, Raî, Qibasîn, Hezwan, El Xendûre, El Dabis, El Camil, Siwêde, Şawa.
7-Kantona Tebqayê:
a-Bajar: Tebqa, Mensûra, Cirniye.
b-Bajarok: Siweydiye, Sefsafa, Şemsedîn, El Bû Asî, El Hemam û El Mehmûdlî.