Diyarname
Li Brezîlyayê baraneke gur hat, hen^irabû. Li gor agahiyên dawî 107 kesî canê xew ji dest daye, 136 kes winda ne.
Baran ji hefteya borî ve li eyaleta Rio Grande do Sul ku dikeve başûrê welêt dibare. Pêre lehî rabû. Di encam^ede 165 hezar kes ji cih û warê xwe bûne. Ligel kesên mirî û winda, 374 kes jî niha li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Waliyê Rio Grande do Sulê Eduardo Leite ji bo 180 rojan "rewşa felakete" ragihand. Walî Leite wisa got, "Ev rewşeke taybet e em ketine navê. Ev ne tenê bûyereke kritik e, di dîroka eyelatê de bûyera herî giran e."
Serokdewletê Brezilyayê Lula da Silva jî gotiye herêmê careke din şîn bikin.