Diyarname
Îro Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoglullari çûn navenda giştî ya CHP'ê, ligel Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel hevdîtin çêkirin. Hevdîtin nêzî du saetan dom kir.
Piştî hevdîtinê Ozel diyar kir ku li ser rojevê axivîne, nirxandin kirine. Bakirhan jî peyama "diyalog û muzakereyê" anî ziman. Lê ji naverokê wêdetir ji ber dîmena ku hatiye belavkirin me ev foto wekî Fotoyê Rojê hilbijart. Di fotoyê piştî hevdîtinê hat belavkirin û di fotoyê di dema hevdîtinê hatiye belavkirin de li her du aliyan jî du jin hene, tenê mêrek. Li Tirkiyeyê di partiyên din hemû hemû mêr li pêş in. Loma jî me foto wekî Fotoyê Rojê hilbijart.